Hem hevseroke hem jî terziye 2017-10-16 09:12:58 HATAY - Muhsîne Taşan, li milekî terzîvaniyê û li milekî jî Hevseroktiya HDP’a Îskenderunê dike. Taşan ku têkoşîna jinê dide, diyar kir ku ger jin bixwazin dikarin hemû tiştî bikin.  Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Înkenderunê Muhsîne Taşan, hem siyasetê dike û hem jî azadiya xwe ya aborî di temenê xwe yê biçûk de kiriye, destên xwe. Taşana, ku hempîşeyî ji dayîka xwe fêr bûyî, 28 sale terzîtiyê dike û  niha jî ji bo jinan têdikoş e.    Taşan, têkildarî fêrbûna vê pîşeyê de wiha vedibêje: “Bavê min karmend bû. Em 8 xwişk û bira bûn. Mûçeya bavê min têrê debara malê nedikir. Dayîka min jî mekîneyek kirî û dest bi dirûna kincan kir. Min jî ev yek mereq kir û çav li dayîka xwe kir. Min kinc diqetandin, dayîka min jî di dirûtin. Ez zû fêrî karê terzîtiyê bûm.”   DI HEMAN DEMÊ SIYASETMEDAR E    Taşan, anî ziman ku ji dayîka xwe fêrî vî karî bû û wiha got: “Min bi 3 jinan re dest vî karî kir. Me dikanek vekir û 4 salan em tê de xebitin. Terzîtî karek bi zewqe û afirîneriyê dixaze. Muşteriyên tên em li gorî dile wan kincan didirûn. Piştî min dest karê siyasetê kir, ez ji kar derketim. Lê niha li malê vî karê xwe didomîn im. Dema mirov di karekê de bixebite, zehmetiyan dibîne ku dem ji partiyê re veqetîn e. Diviya bû min dest ji yekê berdaba. Di heman demê de zarokên min ê biçûk hebûn. Min jî dest ji kar berda. Ez li malê vî karî dikim. Niha di partiyê de dixebitim û li zarokên xwe jî mêze dikim. Hem ji bo partiyê û hem jî ji bo aboriya mala xwe têkoşîna jinê didim. Ev min pir keyfxweş dike.”    'GER JIN BIXWAZIN!'   Taşan, destnîşan kir ku xebata jinê girîng e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger jin bixwazin dikarin hemû tiştî bikin. Jin afirînerin. Hemû jin jêhatîn e. Gava bawerî bixwe anî, dikare hemû tiştan keşf bike. Ez bang li hemû jinan dikim ku afirîneriya xwe derbixin holê û hêza xwe bikin yek.”