Şaredariya Cizîrê xeta ‘Alo Şîddet’ê vekir 2024-11-19 13:36:22 ŞIRNEX - Şaredariya Cizîrê ji bo pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan û ji bo piştevaniya bi jinan re, xeta “Alo Şîddet”ê vekir.  Şaredariya Cizîra Şirnexê di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de, ji bo pêşî li tundiya li ser jinan bê girtin û bi jinan re hevgirtinê nîşan bide, xeta telefonê ya “Alo Şîddet” ava kir. Jin wê bi rêya xeta bi hejmara "0549 661 7073" a girêdayî Midûriyeta Polîtîkayên Jinê ya Şaredariyê tundiyê ragihînin û ji şaredariyê alîkariyê bixwazin.   Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan diyar kir ku ew li dijî tundiya li ser jinê têkoşînê didin û wiha got: “Weke Şaredariya Cizîrê ev 9 sal in qadên îstîhdamê yên jinan nehatine vekirin. Li cihên ku berê hatibûn vekirin, ji ber qeyûmên tayînkirî yan hatin girtin yan jî sewqî şaxên jinan ên AKP'ê hatin kirin. Me ji roja ku em dest bi wezîfeyê kirine û vir ve li ser proje û lêkolînên ku li ser jinan hatine meşandin giraniyê didin. Her roj jin tên qetilkirin û bi sedan jin rastî tundiyê tên."   'JIN DIKARIN ALÎKARIYÊ BIXWAZIN'   Guler Yerbasan, bal kişand ser girîngiya xeta "Alo Şîddet" û got ku ew ê bi vê xetê her cure piştgiriyê bidin jinan. Guler Yerbasan, axaftina xwe wiha qedand: “Beşek ji xebatên me vekirina xeta Alo Şîdet bû. Îro ev xet bi awayekî aktîf ketiye meriyetê. Me xwest bi 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê re em vê xebatê bikin. Ji ber ku her roj bi sedan jin rastî tundiyê tên. Xeta me ya telefonê di serî de xizmeta jinên rastî tundiyê tên, lê tenê bi vê re sînordar nabe. Jinên ku rastî her cure tundiyê tên, weke tundiya derûnî, aborî û zayendî dikarin telefonî xeta me bikin û alîkariyê bixwazin."