Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em ê polîtîkayên şerê taybet teşhîr bikin 2024-11-18 14:23:16 ÇEWLIG - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku herî zêde jin ji polîtîkayên şerê taybet biandor dibin û got: “Gelê kurd tu caran li dijî vê serî netewand. Em ê polîtîkayên şerê taybet teşhîr bikin.”  Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) rapora encama atolyeyên “Li dijî Şerê Taybet Hevdîtina Jinan”  eşkere kir. Daxuyanî, li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Çewligê hate eşkerekirin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar piştî eşkerekirina raporê axivî. Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku demekî dirêj bi jinan re xebitîne û nêrînên xwe parve kirine. Çîgdem Kiliçgun Uçar, anî ziman ku ew dixwazin j bo azadiya jinan rêyekê ava bikin. Çîgdem Kiliçgun Uçar, bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet û wiha got: “Çiyayên me hatin bombebarankirin, darên me hatin birîn û çemên me hatin qirêjîkirin. Xweza, di heman demê de hafizeya me bû. Li ser xwezaya me HES û JES çêkirin. Armanca şerê taybet ew e ku gelê kurd bêhafize bihêle. Birçîtî û xizanî li Kurdistanê zêde ye. Sedema vê jî polîtîkayên şer in.”    POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET   Çîgdem Kiliçgun Uçar, anî ziman ku dewlet li şûna li ber çareserkirina pirsgirêkên gel û jinan bigere, şer bêhtir gur dike û wiha pê de çû: “Ev şer herî zêde bandorê li jinan dike. Polîtîkayên şerê taybet li Kurdistanê jinan neçarî fihûşê dike. Leşker û polîsên li Kurdistanê ne tenê ji bo peywira xwe, di bin navê ‘hezkirinê’ de hewl didin jinên ciwan ‘bixînin.’ Ciwanan hînî tiryakê dikin. Em ê polîtîkayên şerê taybet teşhîr bikin.”    ‘JINÊN KURD SERÎ NETEWANDINE’   Bi domdarî Çîgdem Kiliçgun Uçar anî ziman ku divê jin di 25’ê Mijdarê de li qadan dengê xwe derxînin û wiha got: “Heke hûn li dewletê binêrin dê bibêjin ‘cihêkarî tune ye.’ Belê heye. Dewlet tu caran naxwaze jin azad bibe. Ew jî dizane ku heke jin hişyar bibin dê gelek tişt biguherin. Divê jin biryarê bidin. Heke jin biryaran bidin zilam desteser dikin û dibêjin ‘me biryar daye.’ Dewletê çi kir? Peymana Stenbolê betal kir. Li Tirkiyeyê her tim jin tên qetilkirin û ev jî bi kêrî AKP-MHP’ê tê. Cezayê li jinan dibire. Di esasê xwe de nefeqe mafê me ye. Lê dewlet tu caran naxwaze jin nefeqeyê bigirin. Anku dibêjin ‘jin xizmetkara zilam e.’ Tifaqa li Kurdistanê ava kirin, bi hîzbîkontrayê re dîsa jinê hedef digire. Her kes li gorî xwe jinê dikuje. Lê jinên kurd her tim xwe li ser pêyan girtin û serî netewandine.”    ‘BILA BIRÊZ OCALAN AZAD BIBE, PIRSGIRÊK ÇARESER BIBIN’    Herî dawî Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha qedand: “Em li her derê dibêjin; ‘bila birêz Ocalan azad bibe, pirsgirêk bên çareserkirin.’ Ew dibêjin ‘na.’ Baş dizane ku yên herî zêde daxwaza azadiya jinan dikin dê xwedî li Kurdistanê derkevin. Me jinan her tim dengê xwe derxist û dê bi hev re ji zilma dewletê re bibêjin na.”