Jin li dijî qeyûm li ber xwe didin: Tu hukmê vê biryarê ji bo me tune ye! 2024-11-04 11:49:44 RIHA - Jinên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Xelfetiyê li ber xwe didin, diyar kirin ku bi rêya qeyûman îradeya gel hatiye xespkirin û wiha gotin: “Tu hukmê vê biryarê ji bo me tune ye.”  Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Xelfetî ya Rihayê didomin. Dorpêça li ser şaredariyê didome û jinên li pêşiya şaredariyê li ber xwe didin, bertek nîşanî qeyûm dan.    JINAN BERTEK NÎŞAN DAN   Ji jinan Nazli Eraslan (55) got: “Em vê qebûl nakin. Ev zilm e. Ev tê wateya ‘ez îradeya kurdan nas nakim.’ Em ê li ber xwe bidin. Em canê xwe jî bidin em ê qebûl nekin. Em bang li gelê me dikin ku li vir xwedî li îradeya xwe derkevin. Êdî bes e.”    Elîf Çolak a 65 salî jî tayînkirina qeyûm weke “zilm” pênase kir û got: “Di demên berê de jî qeyûm tayîn kirin û me ev zilm qebûl nekir. Em ê dîsa qebûl nekin. Bila kesek qebûl neke. Ev neheqî ye.”    Naîme Bayram a 60 salî jî bi bîr xist ku cara duyemîne li Xelfetiyê qeyûm tê tayînkirin û ev tişt anî ziman: “Ev ne qeyûm e, ev darbe ye. Qeyûm, xesp e. Xespkirina vîna gel e. Em vê bêrêziyê qebûl nakin. Em ê heta dawiyê têbikoşin. Tu hukmê biryara qeyûm ji bo me tune ye.”    Nesîbe Ozdemîr a 52 salî jî got: “Em ê dev ji azadiyên xwe bernedin. Îradeya gel xesp kirine û nahêlin gel bikeve şaredariyê. Ya li kurdan tê kirin, zext e. Em ê dev jê bernedin.”    Sitka Denîz a 55 salî jî got ku dê destûrê nedin qeyûm û wiha domand: “Bila destê xwe li ser îradeya gelan bikişînin. Heyf e, guneh e. Ma ev zilm dê heta kengî bidome? Bang li Îmraliyê dikin û li hêla din qeyûm tayînî Xelfetiyê dikin. Ev zilm û zexte nabe. Hemû kes baş bi girîngiya Xelfetiyê dizane. Bila destê xwe ji Xelfetiyê bikişînin.”    Dursun Keskîn ê 65 salî wiha got: “Em hene û dê her hebin. Hemû ciwanên me sirgun kirin. Dibêjin ‘heke tu kurd bî, tu tune yî.’ Ma em ê çawa vê qebûl bikin, em hene.”