'Erkdayina Muftî li dijî Qanûna Bîngehîn e' 2017-10-15 10:57:38 ENQERE - Prz. Leyla Suren, têkildarî zagona ku erka mahrbirînê dide muftî û meleyan diyar kir ku ev zagon bê erêkirin dê rê li pêş zêdebûna tecawizkarên zarokan veke û rêya darizandina tecawizkaran bigire.  Bertekên li dijî pêşnûmaya zagona ku erka mahrbirînê dide mela û muftiyan zêde dibe. Pêşnûma li gel hemû bertekan dê li Lijneya Meclîsê bê niqaşkirin û tê payin ku bibe zagon. Parêzera Platforma Em Dê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) Prz. Leyla Suren, li ser wate û encama vê pêşnûnameyê rawestiya. Prz. Suren diyar kir ku bi xala 6'emîn erk da miftiyên bajar û navçeyan û û wiha got: "Xala 6'an li dijî rêgeza laîkê ya Qanûna Bingehin e. Li gori vê rêgezê divê karên dewletê û al tev li hev neyêkirin. Karê mahrê karê dewletê ye. Yê vî karî dike karmendên dewletê ye. Divê rayedarên olî tev li vî karî nebe. Ev rewş li dijî rêgez û pîvanên qanûna Bingehîn in.    LI DIJÎ WEKHEVIYA QANÛNÊ YE   Prz Suren, anî ziman ku li gorî xala 10'emîn a Qanûna Bingehîn her kes li hemberî zagonan wek hev e. Bêyî ziman, nijad, reng, bawerî, fikr, ol li ber çavan bê girtin her kes yek e. Ev guhertin li dijî xala 10'an a Qanûna bingehîn e.    ‘LI DIJÎ ZAGONA MEDENÎ YE'   Prz. Suren, destnîşan kir ku li gorî xala 134'enîn a Qanûnê jî balê dikişîne ser karmendên zewacê u wiha got: "Li gorî vê xalê karmendên zewacê divê an şaredar be an jî keya be. Ji ber vê yekê ev guhertin li dijî qanûna medenî ye.    MELA DÊ ÇAWA ZANIBE NE AZIB E    Prz. da zanîn ku muftî û melayên girêdayî muftî ku vê erkê têxin destê xwe dê nizanibin ku kesê bizewice berê zewiciyî ya na, ango hev bernade na ya û tu belgeyên fermî çênabin û wiha got: "Muftî û keya dê çawa agahiyên tenduristî, temen, zewacê zanibe. Tenê ev yek bi cuzdanê nifûsê nabe. Ev yek hem dê rê li pêş zewaca zarokan veke. Hem ji dê rê li pêş zêdebûna tecawizkaran veke. Dîsa dê rêya darizandina tecawizkaran bigire. Dîsa guhertina xala 5'an a zayîna zarok bi devkî bê kirin. Divê zayîna zarokan bi devkî neyê kirin.  Divê qeyda zayîna zarokan ji aliyê rayedarên nexweşxaneyê ve bê kirin.    Suren herî dawî bang li hemû jinan kir û xwest li diji vê yekê di nava şewirmendiyê de bin û heviyên xwe bilind bigirin. Suren, xwest li dijî ranta siyasî piştevanî û şewirmendiya xwe xurt bikin.   MA / Diren Yurtsever