Agirê ‘azadiyê’ ku hat pêxistin her ku diçe geş dibe 2024-09-13 09:56:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Akademîsyen Meryem Negîn diyar kir ku çalakiyên “Jin jiyana azadî” çalakiya ewil bû ku li cîhanê belav bû û got: “Ocalan ji bo dîroka jinan ronî bike, agir vêxist. Jinên li Îranê jî vî agirî geş û gur kirin.”    Jîna Emînî ku ji bo serdana xizmên xwe ji Seqizê hatibû Tehranê, di 13’ê îlona 2022’yan de ji hêla “Gaşt e Îrşad” ku weke “polîsên exlaqê” tên nasîn ve bi hinceta “şalpeya xwe li gorî pîvanan girê nedaye” hat binçavkirin. Emînî sê roj piştre di 16’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da. Qereqola di daxuyaniya xwe de got ku jina ciwan di 14’ê îlonê de ji nişkan ve ketiye erdê, 2 rojan di komayê de maye û piştre ji ber “xwîn çû ser mejiyê wê” jiyana xwe ji dest daye.    Bi veşartina cenazeyê Emînî re li rojhilatê Kurdistanê û Îranê cara ewil hêrsa gel derket asta herî jor û xwepêşandan ango serhildanên girseyî dest pê kirin.    Piştî definkirina Emînî, bi hezaran kesan li Seqizê dest bi meşê kirin. Bi vê yekê re çirûska çalakiyan hate vêxistin. Xwepêşandan di nava 2 rojan de li 31 eyalet û zêdetirî 100 bajaran belav bûn. Di serî de li Rojhilat, li Sistan û Belucistan, Kirman, Gîlan û Tehranê jî bi hezaran kes bi awayeke hemwext û bi dirûşma “Jin jiyan azadî” daketin qadan û xwestin rejîm were guherandin. Xwepêşandanên di saetên serê sibehê de dest pê dikirin heta nîva şevê berdewam dikirin. Dîmenên jinên ku pêşengtiya çalakiyan dikirin û şalpeyên xwe dişewitandin û li dijî polîsan têdikoşiyan di demekî kin de li seranserî cîhanê belav dibûn.    Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê jin xwe ji bo bîranîna Jîna Emînî amade dikin ku di 16’ê Îlonê de dakevin kolanan. Akademîsyen Meryem Negîn têkildarî salvegera serhildana “Jin jiyan azadî” ji ajansa me re axivî. Ev akademîsyen li zanîngehek wî welatî hîndekariyê dike û ji ber rewşa ewlehiyê navê wê rasteqîn nehatiye dayîn.    LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ DEST PÊ KIR Û BELAVÎ ÎRANÊ BÛ    Negîn destnîşan kir ku mirina Emînî ya di binçavan de bû sedema hêrsa demdirêj û bi bîr xist ku xwepêşandanên li rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin bi lez li herêmên din ên Îranê belav bûn. Negîn got: “Ev çalakiyên ku bi çanda berxwedanê ya taybet a kurdan û lêgerîna azadiyê pêk tên, li gelek bajarên Îranê yên weke Tehran, Îsfehan, Şîraz, Tebrîz û Meşhedê bûne sedema xwepêşandanên berfireh. Xwendekar, karker, mamoste û beşên din ên civakê tev li serhildanê bûn. Rojhilatê Kurdistan ku xwedî dîrokeke dirêj a têkoşîna li dijî neheqiyê ye, bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ dengê xwe li hemû cîhanê da bihîstin. Piştî salên dirêj rojhilatê Kurdistan dîsa bû navend û pêşengê berxwedaneke xurt.”    MESELE ÎRADEYA JINAN E    Negîn da zanîn ku tiştên qewimîn meriv nikarin tenê bêjin ji bo ku Jîna Emînî serê xwe negirtibû hatiye kuştin, ev yek xeletî ye û got: “Pirsgirêka herî mezin ew e ku îradeya jinan nayê nasîn. Hebûn û îradeya jinan ji aliyê rejîma Îranê ve tune tê hesibandin. Qetilkirina Jîna tenê ne meseleya porê wê ye. Tişta ku polîsan jî aciz kiriye ne porê wê bûye. Tişta ku herî mezin di vir de îradeya jinan e.”    ‘ÇALAKIYAN HEMÛ NETEWAN ANÎ BA HEV’    Negîn anî ziman çalakiyên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir ku gelên li wir bibin yek û got: “Serdem bi serdem kurd, belûcî, ereb bi daxwazên maf çalakiyên wan çêdibûn lê belê tu carî belavî nav civakê nebû. Lê çalakiya ‘Jin jiyan azadî’ gelan anî ba hev û wan li hev kom kir. Gelên li Îranê di vê çalakiyê de bûn yek. Cara ewil bû ku jin ji serhildanê re bûn pêşeng. Çalakiyên berê ji aliyê zilaman ve nedihat destekkirin. Lê di çalakiya dawî de mêr neçar man ku piştgiriyê bidin jinan.”    ‘OCALAN AGIR PÊXIST JINAN JÎ GEŞ KIR’    Negîn destnîşan kir ku dirûşma "Jin jiyan azadî” ya di çalakiyan de hat berzkirin ne ku dirûşmek tenê bû, felsefeya jiyanê bi xwe bû û wiha got: "Cihê vê dirûşmeyê Kurdistan e. Kurd di nav çar dewletan de hatine parçekirin, her tim bindest bûne. Jinên ku di bin zîhniyeta mêr-dewletê de hatin perçiqandin, her tim bi hêrsa mêran re rû bi rû diman. Jin bi zextên netew dewletê gav bi gav ji jiyanê hatin qutkirin. Bi salan wisa berdewam kir. Jina kurd hem ji aliyê netew dewletan û hem jî ji aliyê mêran ve hatin paşguhkirin, heta ku kurdên li Bakur di bin rêberiya Ocalan de daxwaza xwe ya serxwebûnê anîn ziman. Dema ku birêz calan dest bi tevlikirina jinan kir di nava PKK’ê de qedera jinên kurd guherî. Ocalan anî ziman ku tevgereke ku jin tê de nebe mehkûmî tunebûnê ye û ji bo jinan felsefeyeke nû pêş xist. Em dikarin bibêjin; Ocalan ji bo ronîkirina dîroka jinan a di tariyê de maye, agir pêxist. Jinên kurd jî bi têkoşîn û çalakiyên xwe vî agirî geş û gur kirin. Jinên ku li Îranê dijîn du sal berê bi benzînê bi wî agirî de kirin û geş kirin. Axaftinên Ocalan di çalakiyan de hatin wergerî farisî hat kirin û lê hat guhdarkirin û nîqaşkirin. Axaftin û analîzên Ocalan ên li ser azadiyê bandor li tevahiya erdnîgariyê kir."   MA / Bêrîvan Kûtlû