Tevî biryara dûrxistinê jî hate qetilkirin 2024-08-26 15:32:44   MÛGLA - Senem Kivrik a li navçeya Menteşe dijiya, ji aliyê Mûhîttîn Kivrik ê pê re di asta hevberdanê de bûn û biryara wî ya dûrxistinê hebû ve hate qetilkirin.    Senem Kivrik (40) a li navçeya Menteşe ya Mûglayê dijiya, ji aliyê Mûhîttîn Kivrik ê pê re di asta hevberdanê de bû ve hate qetilkirin. Li ser îxbarê tîmên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Senem Kivrik, piştî mudaxileya ewil, birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mûglayê. Senem Kivrik a dayika 2 zarokan bû tevî hemû mudaxileyan jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kivrikê ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê.    BIRYARA DÛRXISTINÊ    Li aliyê din ji bo faîl Mûhîttîn Kivrik ê ji cihê bûyerê reviya û derbarê wî de 3 meh biryara dûrxistinê heye bê girtin xebat dan destpêkirin.