Di ‘Xwendinên Azadiyê’ de hevjiyana azad hate nîqaşkirin 2024-08-25 12:58:48   AMED - Di Xwendinên Azadiyê yên li Amedê tên domandin de ji parêznameyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hin beşên mijarên “parastina cewherî” û “hevjiyana azad” hatin xwendin.    “Xwendinên Azadiyê” yên di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî” de tên lidarxistin, didomin. Di vê çarçoveyê de Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li navçeya Xana Axpar bi jinan re hatin cem hev. Jinên di malan de tên li cem hev, ji parêznameyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hin beşên mijarên “parastina cewherî” û “hevjiyana azad” xwendin û bi ser van mijaran nîqaş kirin.