Ji bo alîkariya hiqûqî ya jinên tundî li wan tê kirin protokol hate îmzekirin 2024-08-21 15:37:40   AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Baroya Amedê bi armanca piştgiriya hiqûqî ya li jinên tundî li wan tê kirin protokolek îmze kirin.   Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Baroya Amedê bi armanca xizmeta hiqûqî ji jinên tundî li wan tê kirin re bê dayîn protokolek îmze kirin. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn, endamên Komîsyona Jinan a Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, endamên Navenda Mafên Jinan û endamên Meclisa Şaredariyê di merasîma îmzeyê ya li şaredariyê hate kirin de amade bûn. Di çarçoveya protokole de dê baro perwerdeyê bide personelên şaredariyê.    Hevşaredar Bûcak a beriya protokolê axivî, bal kişand ser tundiya li ser jinan a her roj zêde dibe. Bûcak, diyar kir ku protokol hem ji tundiya li ser jinan re hem di alîkarî û piştevaniya hiqûqî de girîng e û wiha got: “Baroyê ji bo weke şaredariyê ku di çarçoveya vê protokole de xebatên perwerdehiyê bi awayekî hevpar bi rê ve bibin soz da. Ev yek jî wê hem avaniya me ya saziyî û hem jî avaniyên me yên ku li ser zayenda civakî dixebitin xurt bike û hevkariyê derxe holê   DI TÊKOŞÎNA JINAN DE GAVEKE GIRÎNG HATE AVÊTIN   Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ê pişt re axivî jî ev tişt gotin: “Protokola ku bi tevkariya bi nirx û bi wate ya şaredariya bajarê mezin hate amadekirin di nava xwe de xebatên di qada mafên jinan de dihewîne. Ev yek ji bo me bi wate ye. Em dizanin ku di têkoşîna lêgerîna maf de tundî zêdetir li jinan tê kirin. Em di vî warî de careke din spasiya xwe pêşkeşî şaredariyê dikin.”   Piştî axaftinên hatin kirin Hevşaredar Bûcak û Serokê Baroyê Eren protokol îmze kirin.