Zilamê jin derb kiriye hate girtin 2024-08-21 14:53:44   MANÎSA - Zilamê bi navê Yilmaz A. ê S.N.A.’yê derb kiriye ji hêla dadgeha lê hatiye darizandin ve hate girtin.     Li navçeya Akhîsarê jina bi navê S.N.A. ji hêla zilamê bi navê Yilmaz A. ê dest ji hev berdane, li kolanê hate derbkirin. Bûyer di 16’ê tebaxê de hatiye jiyîn, îro bi ser sehabên medya dîjîtal hate parvekirin.     Li bel bertekên hatine nîşandan, tîmên Midûriyeta Polîsan a Akhîsarê Yilmaz A. binçav kirin. Yilmaz A. ê îfadeya wî li midûriyeta polîsan hatiye girtin, sewqî dadgehê hate kirin. Yilmaz A. yê ji hêla dadgeha lê hatiye darizandin ve hat girtin û ew şandin girtîgehê.