Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Agiriyê daxuyaniyê dide 2024-08-20 15:13:25 AGIRÎ - Jinan, Hevşaredarê Avkevirê Mehmet Alî Bûdak ê ji DEM Partiyê îstîfa kir bi meşê şermezar kir. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû ya banga “ji şaredariyê jî îstîfa bike” li Bûdak kir, wiha got: “Heta ku tu vê tiştê nekî tu dê bibî xiyanetkar, talanker, dijminê jinan û gelan.”     Di pêşengiya Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de, têkildarî îstifakirina Hevşaredarê Avkevirê ya Agiriyê Mehmet Alî Budak, li ber avahiya şaredariyê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankartên "Dijminên jinan û gel ji şaredariya me derkevin" û "Hevserokatî xeta me ya binefşî ye" hatin vekirin. Beriya daxuyaniyê jin bi dirûşma "Jin jiyan azadî" ji ketina navçeyê heta şaredariyê meşiyan.   HÛN Ê LI PÊŞBERÎ VÎ GELÎ DÊ BÊRÛMET BIMÎNIN’    Piştî meşê ewilî Hevşaredara Avkevirê Cemîle Dûman di daxuyaniya li ber şaredariya Avkevirê hate dayîn de axivî û wiha got: “Em feraseteke ku jinan paşguh dike qebûl nakin. Em tevgereke jinê ne ku li hemû cîhanê mezin bûye. Vî kesî hem îradeya jinan, hem ciwanan û hem jî îradeya gel xesp kir. Weke bazirganekî xwe nêzî şaredariya gel kir. Gelê me xiyanet û qehremaniyê baş dizane. Em baş dizanin ku gelê me yê navçeyê wê bi me re pêş ve biçe. Li dijî zîhniyeta ku şaredariyê cihê qezencê dibîne em vê têkoşînê bi kedeke mezin didin meşandin. Vî kesî gef li min xwar. Hûn ê li pêşberî vî gelî bêrûmet bimînin.”   ‘KESÊN HEVSEROKATIYÊ NAS NEKIN JI ZIHNIYETA QEYÛM NE CUDATIR IN’   Piştre Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu axivî û got: “Em di şexsê Mehmet Alî Bûdak de vê ferasetê şermezar dikin. Kî bin bila bibin, ger pergala me ya hevserokatiyê nas nekin, ji zihniyeta qeyûm ne cuda ne. Ev kes dixwaze li wê şaredariyê bi tena serê xwe li wê kursiyê rûne. Erê, ew niha tenê rûniştiye. Li pişt wî ne gel heye, ne jin, ne ciwan, gelê kurd her roj nifiran lê dike. Niha Mehmet Alî Budak bi tena serê xwe li wê şaredariyê rûniştiye. Li wê şaredariyê li ku dinêre, tenê xwe, rûyê xwe dibîne. Lê dema ev kes li vê şaredariyê dinêrin bêşerm û bêrûmetiya Mehmet Alî Budak dibînin. Dibîne çawa xiyanet li vî gelî kiriye, dibîne ku li hemberî partiya xwe çiqas bê prensîb tevgeriyaye.”   ‘EW ŞAREDARÎ YA GELÊ AVKEVIRÊ YE’    Turkoglû, anî ziman ku Mehmet Alî Bûdak hewl dide bi rejîma yek zilamî re navçeyê bi rê ve bibe û wiha berdewam kir: “Lê em dibêjin ku em tu hêmanên rejîma yek zilamî qebûl nakin, red dikin. Şaredariya Avkevirê aydê gel e. Ew şaredarî ya gelê Avkevirê, jin, ciwan û DEM Partiyê ye. Ji ber ku em dizanin DEM Partî gel e. Fikra DEM Partiyê zelal e. Demokrasî bingeh e, sosyalîst e, her tiştî bi gelê xwe re dike, hildiberîne. Ger gelê Taşliçayê partiyeke weke AKP’ê bixwesta çima dengê xwe didan DEM Partiyê? An jî dixwest bide partiyeke din, lê bawerî û baweriya xwe bi DEM Partiyê anî. Gel got DEM Partî îradeya min e û gel pergala hevserokatiya DEM Partiyê parast.”   BANGA ÎSTÎFAYÊ KIR   Turkoglû, bal kişand ku divê Mehmet Alî Budak demildest ji şaredariyê îstifa bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev banga me jinan e. Hûn jî dê ji vê şaredariyê îstifa bikin. Divê hûn jî ji şaredariyê îstifa bikin. Ger îro hûn vê nekin, sibê nekin, bawer bikin ev civak heta heyamekê we ji bîr nake. Ger namûs hebe, exlaq hebe, hûn dikarin îstifa bikin û hinekî bi rûmet bimeşin. Lê heta hûn vê nekin hûn ê bibin xayin, qezenckar, talankar, dijminê jin û gelan. Em destûrê nadin vê, îradeya we jî nas nakin. Em di şexsê gelê Avkevirê de îro li vir we şermezar dikin.”   Piştî daxuyaniyê jinan li navenda navçeyê meşek organîze kirin. Di meşê de bê navber dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û "Em bêdeng namînin, natirsin, serî natewînin" hatin berzkirin. Jinan meş bi çepikan bi dawî kir.