Êrişa li dijî Koçyîgîtê hate protestokirin: Em li vir in, nikarin dengê me kêm bikin 2024-08-19 14:57:05 AMED - TJA’yê ku êrişa wekîlên AKP’î ya li dijî Serokwekîla Komê ya DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê şermezar kir, wiha got: “Gulistan Kiliç Koçyîgît ne bi tenê ye. Em li vir in nikarin dengê me kêm bikin.”   Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî êrişa Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît a li Meclisê ji aliyê parlamenterên AKP'ê ve birîndar bûbû, bi daxuyaniyekê şermezar kirin.   Parlamenter Ceylan Akça Cupolo, rêveberên DBP û DEM Partiyê yên bajar û navçeyan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" dest pê kir. Daxuyanî ji hêla aktîvîsta TJA'yê Bahar Peker ve hat xwendin.    Her wiha beriya daxuyaniyê hevseroka DEM Partî ya Bajêr Gulşen Ozer axivî êrişa pêk hatî şermezar kir û got ji desthilata AKP’ê û MHP’ê natirsin û dê serî netewînin.    Bahar, di daxuyaniyê de bal kişand ser êrişa li dijî Gulîstan Kiliç Koçyîgît û got: “Ev êriş nîşaneya polîtîkayên mêtîngeriyê yên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ye. Êrişa li dijî rêhevala me Gulîstan Kiliç Koçyîgît êrişeke li dijî vîn, reng, helwest, siyaset û têkoşîna jinê bû. Em rê nadin xespkirina vînê, şîdeta li hemberî jinan, meşandina bêhiqûqiyê û rêbazên zext û zordariyê. Em li mal, li kolan û li meclîsê şîdeta mêr-dewletê qebûl nakin. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Dewlet bingehek ji şîdeta li hemberî jinan re vedike, bi edaletê mêr re jî polîtîkayên bêcezahiştinê kûr dike. Em ê li hemberî şîdeta dewlet-mêr bêdeng nemînin û em ê her tim li cem jinan bin û ji têkoşîna xwe paşve gav navêjin. Bi hêza ku em ji dîroka têkoşîna jinê digirin, li dijî şer, tundî, zîhniyeta serdest a mêr, înkar, îmha û asîmîlasyonê têkoşîna xwe ya rêxistinî mezin bikin."    Daxuyanî bi dirûşma “Em di meclisê de tundiyê naxwazin” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.   ŞIRNEX   Tevgera Jinên Azad (TJA) tekildarî êrişa li dijî Serokvekila Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyigit ku li meclise pêk hatibû li navçeya Hezexê Daxuyanî da. Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partî yên Şirnexê, dayikên aştiyê, Parlamenterên DEM Partî yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Zekî Îrmez û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser, "Hebûna jinê hebûna jiyanê ye" dinivisî hat hilgirtin.    Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka DEM Partî ya Hezexê Songul Erden ve hat xwendin. Erden anî ziman ku Gulistan Kiliç Koçyigit rastî êrişa zilamperest a desthilatdar hatiyê û wiha got: "Ev êrîş nîşaneya polîtîkayên mêrperest ên desthilata AKP-MHP’ê ye ku li dijî zêdebûna tundî û qirkirinên li ser jinan bê polîtîka dimîne û her carê êrîşî mafên destketî yên jinan dike. Êrîşa li hemberî rêhevala me Gulîstan Kiliç Koçyîgît êrîşa li dijî vîn, reng, helwest, siyaset û têkoşîna jinê ye. Em ê rê nedin rewakirina kiryarên dijhiqûqî, tundiya li ser jinê, desteserkirina îradeyê ya bi zext û zorê. Jina kurd di dîrokê de her tim bi rola aşitiyê hatiye nasîn. Di çanda gelê Kurd de şerê ku Jin dijî der dikeve di Cih de radiweste. Hevala Gulistan bi vê hişmendiyê û vê rola jinê ya dîrokî bi reflekseke xwezayî tevgeriyaye. Lê mixabin ferasta deshilatdariyê ew qas ji dad û demokrasiyê dûr e ku vê rewşê nabîne û êrîşê dibe ser jinê. Êdî Desthilata AKP û MHPê nikare dewletê rêve bibe. Ev rewş her ku diçe aloziya nava Tirkiyê mezintir dike. Tundiya ser jinê tundiya li ser civakê ye. Êrîşa mêrperest a deshilata Akp -Mhp ê em bi tundî şermezar dikin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî hişmendiya mêrane li nava malê kolanan, taxan heya meclîsê di her Qada Jiyanê de bilind bikin."   Piştrê jî parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivî. Aslan bi lêv kir ku desthilata AKP'ê bi heşmmendiya zilamtiyê welat rêvedibe û wiha got: "Weke heşmendiya zilamtiyê dixwazê meclise jî rêve bibe. Em êrişên li dijî Serokvekîla me Gulîstan Kiliç Koçyigit şermezar dikin. Tu êriş nikarin pêşiya têkoşîna me ya azadiyê jinê bigrin."   Daxuyanî bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.