Êrişa li dijî Koçyîgît li Êlihê hat protestokirin 2024-08-18 15:23:45 ÊLIH - TJA, DBP û DEM Partî bi daxuyaniyekê êrişa li dijî Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît şermezar kirin.    Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM) li dijî êrişa Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît a li Meclisê ji aliyê parlamenterên AKP'ê ve birîndar bûbû, bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Daxuyanî li pêşiya Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê hat lidarxistin.    Di daxuyaniyê de pankarta "Jin jiyan azadî" hat vekirin. Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Êlihê Mehdiye Demîr axivî û got: "Desthilatdariya serdest a mêr a AKP-MHP'ê polîtîkayên xwe yên şer û tundiyê careke din li Meclisê nîşan da. Êrişa li dijî hevrêya me Gulistan Kiliç Koçyîgît êrişa li dijî vîn, reng, helwest, siyaset û têkoşîna jinan e. Em ê rê nedin zext, zordarî û kiryarên derqanûnî, tundiya li ser jinan û desteserkirina îradeyê."