Efxanistan ji bo jinan veguherî girtîgehê 2024-08-15 10:03:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Efxanistan a Talîban bi rê ve dibe ji bo jinan û zarokan veguherî girtîgehekî vekirî. Ji tenduristiyê heya perwerdeyê, ji werzîşê heya her qadekî jiyanê maf hatin astengkirin û jin jî bi piştevaniyê ji xwe re qadên alternatîf ava dikin.    Piştî ku di 15’ê tabaxa 2021’an Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) leşkerên xwe vekişandin rêveberiya Efxanistanê ket destê Talîban. Bi rêveberiya Talîban li welat krîz û qeyran kûrtir bûn. Hemû maf û azadiyên hatine bidestxistin yek bi yek hatin betalkirin. Rêveberiya Talîban taybetî jî qadên jiyanê li jinan û zarokan her ku çû tengtir kir. Bi tena serê xwe derketina kolanê û çûna dibistanê li jinan hate qedexekirin, “Wezareta Jinan” hate girtin, li şûna wê “Wezaret Teşwîqkirina Fazîletê û Pêşîlêgirtina Bêexlaqiyê” hate vekirin. Herwiha ji perwerdeyê heya tenduristiyê gelek qadên jiyanê ji jinan re hatin astengkirin. Zarok an bûn karker an jî bûn leşkerên Talîban.   ‘VEGÛHERÎ GIRTÎGEHÊ’   Emdama Yekitiya Jinên Şoreşger a Kabîl-Efxanistanê Shazia Shekib (ji ber ewlehiyê navê wê hate guherandin) pêvajoya 3 salên piştî rêveberiya Talîban nirxand, anî ziman ku mafên jinan her ku çû kêmtir bûn. Shekib diyar kir ku mafê perwerdeyê hate xespkirin, gelek jin bêyî kar man, qadên werzîş û keyfxweşiyê hatin qedexekirin û wiha got: “Jin wekî ku di malan de hatine hefskirin û bêyî ku wasiyên xwe nikarin bigerin. Efxanîstan ji bo jinan veguheriya girtîgehekê.”    Shekib da zanîn ku jinên li dijî qedexeyan derdikevin, tundiyê fizîkî dibînin, tên girtin û wiha got: “Gelek jin hatin kuştin û laşê wan li kêleka rê hatin hiştin. Talîban jinan wekî hebûna herî bêqîmet dibîne. Her roj dehan jin ji rêveberiya Talîban re tên birin. Ji wasiyên wan dixwazin ku ji jinan re laçikan bistînin. Ji jinan dixwazin ku soza bêlaçik derneketinê bidin wan.”    Shekib bi bîr xist ku tevî hemû astengiyan jî, jin li dijî rêveberiya Talîban bi bertek in û ev tişt gotin: “Jin dê tu caran komekî ewqas kujer û dijminatiya jinan dike nas nake. Jinên efxan di dilê xwe de li dijî van paş de mayiyan û bêrehm mane, kînekî mezin dihewînin û bi qasî ku jin bijîn jî dê bi tû awayî destûrê nedin ku ev bibin serwer.”    ZAROK Û MAFÊ TENDURISTIYÊ   Shekib diyar kir ku di 3 salên dawî de krîza aborî kurtir bûye, yên ku herî zêde ji vê yekê bandor dibin zarok in û axaftina xwe wiha domand: “Piştî ku xizanî û bêkarî zêde bû, yekem qûrbaniyên vê rewşê bûn zarok. Pirsgirêka xurek û ava paqij dikêşin. Kêm dixwin û ev jî dibe sedema gelek nexweşiyan. Di qada tenduristiyê de pirsgirêka bijîşkên pispor tê kişandin. Gelek bijîşkên pispor welat terikandin. Dermanên ku ji derve tên stendin yên baş nîn in û gelek kes nikarin van dermanan jî bi dest bixin.”    BÊKARÎ Û XIZANÎ   Shekib bi bîr xist ku kêmnetewe jî pirsgirêkên mezin dijîn û wiha pê de çû: “Kêmneteweya Hîndu dema di mehên ewil ên rêveberiya Talîban de welat terikandin. Kêmneteweya Hazara her roj bi girtinan, bombebaranan, êrişên bombeyên zindî re rû bi rû ma. Tim di nava tirsê de dijîn. Gelek mirov bi hêvjiya dê rojekê Talîban ji holê rabe, li welat man. Bêkarî û xizanî mirovan arasteyî bêhêvîbûnê dike. Gelek mirov ji sibê heya êvarê li pey perçeyekî nan digerin.”    BANGAWAZIYA GELAN    Shekip axaftina xwe wiha domand: “Di rojên ewil ên Talîban rêveberiyê bi dest xistiye de gelek mirov welat terikandin. Gelek kes di dema revîna ji welat de jiyana xwe ji dest dan. Revîn pirsgirêka çareser nake. Em bang li gelên cîhanê dikin ku bila li cem gelê efxan bisekinin, li welatê xwe polîtîkayên şer şermezar bikin û naskirina hikûmeta Talîban asteng bikin.”   AISHA: JIN LI BER XWE DIDIN   Berpirsyara Çapemeniyê ya Tevgera Şemiyên Binevşî Aisha (ji ber ewlehiyê navê wê hatiye guherandin) jî bilêv kir ku destkeftiyên jinan di nava 20 salan de bi dest xistibûn, yek bi yek hatin hedefgirtin û ev tişt gotin: “Gelek zanîngeh û dibistanên zarokên keçik hatin girtin. Xebata piraniya jinan a di qadên taybet de hate qedexekirin. Hêj tenê destûra xebata qada tenduristiyê de bidin jinan jî, fersendên girtina kar  gelek kêm bûn. Jin xwegihandina mafê tenduristiyê de astengiyên mezin dijîn. Jin arasteyî xizantiyê kirin, azadiya wan a tenduristiyê û derfetên wan ên xurtkirina malbatên xwe ji wan hate stendin. Qanûnên derbarê tundiya di nava malbatê û zewicandina bi darê zorê hatine lewazkirin. Piraniya mafên jinan ji wan hatine stendin. Jin û zarok di bin gefa tundiyê de ne.”   TÊKOŞÎNA ‘EFXANÎSTANA DUYEMÎN’   Aisha destnîşan kir ku jin li dijî qedexe û astengkirinan li ber xwe didin, ji xwe re qadan ava dikin, jin “Efxanistanekî duyemîn ava kirine” û wiha derbirî: “Civak naxwaze teslîmî Talîban bibe lewma bi şêweyên cuda li ber xwe dide. Çalakiyên li kolanan gelek xeternak jî bin tên lidarxistin. Ev biçûk bin jî çalakiyên serhildanê ne. Ji bo jinan kursên perwerde û dibistan li malan hatin vekirin. Jin û zarokên keçik li van deran perwerdeya xwe didomînin. Jin berxwedana xwe ji bi helbest, nivîs û hunerê tînin ziman. Jin bi awayekî veşartî xebata xwe didomînin. Di malan de kargehên dirûnkariyê û yên biçûk tên vekirin.”    TÊKOŞÎNA ÇANDÎ   Aisha îşaret li piştevaniya di navbera jinan de tên meşandin kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin ji hev re piştevaniya hestiyarî û aborî dikin. Çavkaniyan di nava hev de parve dikin. Torên ku karibin li dijî şert û mercên zextê xwe rêxistin bikin ava dikin. Herwiha jin bi cil û berg, muzîk û gotina çîrokan ve kevneşopiya çanda xwe diparêzin. Ev têkoşînekî çandî ye. Cîran, xizm û heval ji bo parvekirina pere, xurek û agahiyan gelek caran tên ba hev.   TORA PIŞTEVANIYÊ   Hinek malbat jî koçî herêmên çolter û derveyî bajaran ku serweriya Talîban kêmtir e kirin. Li wan deran derfetên torên malan û xebatên çandiyê zêdetir in. Dibe ku jiyana herêmên çolter zehmettir be lê belê ji bo hinek kesan bêhtir ewle ye û derfet zêdetir in. Çalakiyên vekirî xeternak bin jî gelek efgan tev li çalakiyên biçûk dibin. Dibe ku ev yek cilên bêhtir girtî li xwe kirinê ferz dike, mirovan neçarî di qadekî teng de parvekirina agahiyan dike û xebatên aborî jî di malan de dide meşandinê.”    Aisha di dawiya axaftina xwe de got ku Talîban ji bo tevahiya civakê gef e û wiha derbirî: “Zehmetiyên aborî yên di bin rêveberiya Talîban de pir in, gelek zarok neçar dimînin ku di bin şert û mercên zehmet de dixebitin. Rêveberiya Talîban çekê dide zarokan zarokan arasteyî tundî û travmayan dike.”    MA / Berîvan Kûtlû