Namzeta Stenbolê Korkutan: HDP di demek girîng de derket holê 2018-05-28 09:22:55 STENBOL - Namzeta Parlamenteriya HDP’ê ya Stenbolê Tulay Korkutan a ji xwe re dibêje ew jin, kedkar, sosyalîs û femîniste, diyar kir ku HDP di cihek herî girîng û rast de disekin e. Tulay Korkutan a dinava namzetên parlamenteriya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên herêma duyemîna a Stenbolê de cih digire, nêzî 10 salane di têkoşîna sosyalîst de cih digire. Jina ciwan Korkutan di heman demê de endama Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) ê ye. Korkutan ji Elewiyên Ardaxanê ye û li Stenbolê hat dine û mezin bû. Korkutan a li Boluyê zanîngehê dixwîne, bi nasnameya xwe ya jin, kedkar, sosyalîst û femînîst tê naskirin. Korkutan bi awayekê aktîf beşdarî têkoşîna jinan dibe û sedema tevlîbûna xwe ya namezetiya HDDP’ê vegot.    ‘JIN DI SIYASETÊ DE MINA KIRDENE’   Kurkutan, derbarê cihê jinê ya di siyasetê de axivî û wiha got: “Di siyasetê de cihê jin û zilam ne weke heve. Nêzîkatiyên zayend perest pir zêde ne. Em ê hemû daxwazên xwe yên di danezana Meclîsa Jinan a HDP’ê de, di 24’ê Hezîranê de biparêzin. AKP’ê di desthilatdariya 16 salan de tim jin kirin hedef. Jin dê bi danezana xwe di hilbijartinê de bersiva herî mezin bidin AKP’ê. Ji bo  keda jinê bê dîtin, mûçeya wekhev bê dayîn, mafê kreşên bêmûçe bên dayîn, tundiya ser jinê bi dawî bibe û edalet were cih, divê jin dengên xwe bidin HDP’ê.”     ‘JI DERVEYÎ HDP’Ê TU ŞANSÊ ME TUNEYE’   Korkutan, diyar kir ku namzetên HDP’ê dê biçin hemû taxên xizan ên Stenbolê û wiha got: “Em ê HDP’ê ji gel re vebêjin. Hilbijartin dê di dîroka berxwedana Geziyê de bê lidarxistin. AKP’ê  xwe li ser rantê û talên ava kir. Xwest vê yekê li Stenbolê jî bike. Hewlda Stenbolê bike beton. Lê berî 5 salan Berxwedana Geziyê ya xwedî li xweza û şinkahiya  xwe derket, derket hole. Kesên xwedî li ruhê azadiya derketin bi berxwedana Geziyê re bûne yek û niha li dûra HDP’ê bûne xelek.”    Korkutan, di dawiya axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Kesên di HDP’ê de cih digirin, dê tu carî li ser li hemberî AKP û Qesrê netewîn in. Ev têkoşînek demdirêj û bi rûmete. Ez bang li hemû kesê dikim ku dengê xwe bidin vê têkoşîna birûmet. Hemû tişt bi te diguhere, bi me  diguhere. Em HDP’î ne û dibêjin HDP. Dengekê me ji bo HDP û dengê me yê din ji bo Demîrtaş. Ji derveyî HDP’ê tu şansê me tuneye.”   MA / Necla Demîr