Ji jinên Gomî gaveke mînak 2024-07-14 10:58:04   AMED - Jinên ku vegeriyayîn mezraya Gomê ya Farqînê ku di salên 90’î de hatibû şewitandin û ji xwe re atolyeya tekstîlê ava kirin, anîn ziman ku azadiya aboriyê girîng e.    Jinên li Mezraya Gomê ya gundê Fişatê yê Farqîn a Amedê dijîn, di sala 2022’yan de bi 3 jinan û 2 makîneyan atolyeya tekstîlê ava kirin. Di atolyeyê de niha 9 jin dixebitin. Jinên ku gundê wan di salên 90’î de hatibû şewitandin, di sala 2009’an de vegeriyan gundê xwe û bi hewldanên xwe atolye ava kirin.    ÇÎROKA VEGERA GUND    Şevîn Karsu ya 28 salî diyar kir ku piştî valakirina gundê wan neçar mane ku koçî Stenbolê bikin û li wir sektora tekstîlê nas kirine. Karsu, wiha domand: “Tevahiya zarokên malbata min li Amedê ji dayik bûn. Dema gund hatî şewitandin, malbat hate Amedê. Piştre neçar man koçî Îzmîrê bikin. Piştre çûn Manîsayê û herî dawî berê xwe dan Stenbolê. Me gelek zehmetî kişandin. Bavê min rojekê biryar da ku dîsa vegere Amedê. Piştî em hatin Amedê min dest ji dibistanê berda. Bavê min ez şandim cem meta min a li Stenbolê. Li wir di karê tekstîlê de xebitîm. Du salan li wir xebitîm û piştre makînevan. 4-5 salan di makîneyê de xebitîm û piştre dîsa hatim Amedê. Ji 14 saliya xwe heta niha dixebitim.”    ‘EM BI XWE PEREYÊ XWE QEZENC DIKIN’   Karsu, got ku nekarî xwe li ber mercên xebatê yên Stenbolê bigire û vegeriya welatê xwe. Karsu, wiha pê de çû: “Ev bû du sal me ev atolyeya tekstîlê ava kiriye û pereyê xwe ji vir qezenc dikin. Vekirina vê atolyeyê fikra xwişka min bû. Em jî keyfxweş bûn û bi xweşiya me çû. Em keyfxweş bûn ku dê pereyê xwe bi xwe qezenc bikin. Li Stenbolê cihê kar gelek zehmet bû û nexweş bû. Lê li vir tiştekî wisa nîne. Xebatkar tevek hev dikin. Em hemû karan bi hev re dikin.”    NAXWAZIN JI GUND DERKEVIN   Karsu, bal kişand ser zehmetiyên jiyana bajar û ev tişt anî ziman: “Me neçar dikin ku li bajaran bijîn lê em ji jiyana gund hez dikin û naxwazin gundê xwe berdin. Em hewl didin li vir jiyanekê ava bikin. Dikarim bibêjim me jinan ava kir. Dema me ev der vekirî me çi alîkarî negirt. Dema me ji zilamên derdorê re got dê kargeha xwe ava bikin, pir erênî nêz bûn. Ji me re bûn alîkar jî. Me bi hev re ronahiya vir çêkir. Piştre her ku me pere qezenc kirî me makîne kirîn. Serê sibehê saet di 08:00’ê de em dest bi kar dikin. Zarokên me tevan hene. Em hem karê xwe dikin hem jî li zarokên xwe dinêrin. Di vê mijarê de em pirsgirêkan najîn.”    ‘ME JINAN BI HEV RE KARÎ BIKIN’   Fîgen Karsu (24) jî da zanîn ku 5 salan di tekstîlê de xebitiye û got: “Ji ewil em dudil bûn bê ka atolyeyê vekin an na. Derfetên me tune bûn. Lê em xebitîn û me hêdî hêdî kêmasiyên heyî temam kirin. Me jinan karî bi hev re bi ser kevin. Jin gelek keyfxweş in ku bi hev re dixebitin. Dema li vir biryarek tê dayîn, hemû kes nêrîna xwe parve dike û ya herî baş kîjan be em wisa dikin. Ji vî alî ve hevgirtina jinan biwate û xweşik dibe.”    Salma Yavuz Kiliç (36) jî daxuyand ku li Atolyeyê nû ye û ev tişt anî ziman: “Ez keyfxweş im ku li vir dixebitim. Dema ev der nû hatî vekirin, zarokekî min ê biçûk hebû lewma min nekarî bêm. Lê dema mezin bûyî min dest bi xebatê kir. Ez li vir xwe biyanî hîs nakim. Tu zext tune ye û di nav jinan de mirov rehete û xweş dibe. Dûrî mala min nîne û nîvro diçim malê karên xwe jî dikim. Divê jin bikarin bixebitin û xwe li ser pêyan bigirin.”    Rozerîn Karsu ya 22 salî jî got “Min nexwest berhewceyî mêran bim” û wiha axivî: “Min zarokê xwe danî cem xesûya xwe û hatim atolyeyê. Ez dixwazim xwe li ser lingên xwe bigirim û pereyê xwe bi xwe qezenc bikim.”    ‘DIVÊ MIROV BÊYÎ BERHEWCEYÎ KESEKÎ BE BIJÎ’    Ji jinan Hîlal Karsu (33) jî bi lêv kir ku pereyê tê qezenckirin bi awayekî hevpar tê belavkirin. Karsu, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em wî pereyê di dawiya mehê de dimîne di navbera xwe de bi awayekî wekhev parve dikin. Bêguman ev rewş xwebaweriya min xurt dike. Ji ber ku pereyê min bi xwe ye çawa bixwazim wisa xerc dikim. Ne berhewceyî hevjînê xwe me û ev jî tiştekî gelek xweş e. Em ji hemû jinan re dibêjin ku bêyî berhewceyî kesekî bin bijîn. Tişta herî girîng ew e ku jin bixebitin û azadiya xwe ya aboriyê bi dest bixin.”    ‘EM DIXWAZIN BI HÎN BÊHTIR JINAN RE BIXEBITIN’    Hêvîdar Karsu (32) jî diyar kir ku armanca wan ew e ku bi hîn bêhtir jinan re bixebitin û axaftina xwe wiha qedand: “Em dixwazin karê xwe mezintir bikin. Bila jin jî bi me re hînî vî karî bibin û em dixwazin xwe li ser lingên xwe bigirin. Ji 9 saliya xwe heta niha di vî karî de dixebitim. Li bajarên din em rastî gelek neheqiyan hatin. Hem di vî karî de hem jî di karên din de keda jinan nayê dîtin. Em dixwazin ev rewş biguhere. Erê rast e em pir dixebitin û bi hevjînên me re pirsgirêk nîne lê dîsa jî jin rastî tundiyê tên. Em dixwazin ev rewş biguhere. Em 9 jin li vir dixebitin. Heqdestê me tevan wekî hev e.”    MA / Şîlan Çîl