Rojnamevan Gonul Yilman Saygan hate binçavkirin 2024-07-09 12:38:23   ÎZMÎR - Rojnamevan Gonul Yilman Saygan li Balafirgeha Îzmîrê hate binçavkirin.    Rojnamevan Gonul Yilman Saygan li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal parve kir ku li Îzmîrê hatiye binaçvkirin. Saygan a diyar kir ku sedemê binçavkirina xwe nezane, wiha got: “Ez li Balafirgeha Îzmîrê têm binçavkirin. Ez ê ewilî biçin qereqolê pişt re biçim edliyeyê îfadeyê bidim.”