Malbata jina bi awayekî guman mirî: Hevjînê wê tundî lê dikir, divê bê girtin 2024-07-07 10:41:08 AMED - Xizmên Naciye Oturmak a li Farqînê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dayî diyar kirin ku tundiyeke sîstematîk lê dihat kirin û xwestin ku Hekîm Oturmak ê piştî îfadeya li qereqolê hatiye berdan bê girtin.  Jina bi navê Naciye Oturmak (41) li gundê Girbilok ê navçeya Farqîn a Amedê dijiya û di 4’ê tîrmehê de li mala xwe bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Hevjînê wê, Hekîm Oturmak ji hêla polîsan ve hate binçavkirin û piştî îfadeyê di heman rojê de hate berdan. Xizmên Oturmak dan zanîn ku 4 zarokên wê hebûn, rastî tundiya sîstematîk a hevjînê xwe dihat û bertek nîşanî berdana Hekîm Oturmak dan.    ‘BERIYA NIHA JÎ JI BER LÊDANÊ RAKIRIBÛN NEXWEŞXANEYÊ’    Amîne Parlak got ku dotmama wê Naciye Oturmak gelek caran ji hêla hevjînê xwe ve hatiye derbkirin û ev tişt anî ziman: “Du sal berê xistibû govê. Qirika wê şidandibû û îşkence lê kiribû. Şevekê saet derdora 23.00’an tiyê wê li me geriya û got jehrî bûye. Me bir nexweşxaneyê. Me dît ku jehrî nebûye, lê hatiye xistin. Her noqteya laşê wê di nava birînan de bû. Dema ez çûm wir, hevjînê wê heqaret li min kir û xwest ez ji wir biçim. Roja din saet derdora 12.00’an leşker hatin û her kesî got; ‘îfadeyê bide.’ Lê me çi kiribe jî ji ber zarokên xwe nexwest îfadeyê bide. Dema min pirsa ‘çima vê zilmê dike’ jê kirî, got; ‘penîrê min çêkirî hinek tirş çêbûye, ji wê aciz bû.’ Wê demê 2-3 rojan li cem me ma. Piştre got; ‘zarok digirîn’ û çû.”    ‘ÎŞKENCE LÊ DIHAT KIRIN’   Parlak, destnîşan kir ku salek berê jî dotmama wê hatibû derbkirin û wiha pê de çû: “Got; ‘bi xortumê li min xist, hewl da min ji şaneşînê biavêje xwarê.’ Lê tevî hişyariyên min jî dotmama min giliyê hevjînê xwe nekir. Îşkence lê dihat kirin lê ji ber zarokên xwe ew der nediterikand. Min jê re digot; ‘li cem min bimîne’ lê digot; ‘Ez nikarim ji ber zarokên xwe bimînim ji bo wan gelek xemgîn dibim.’”   ‘LAŞÊ WÊ REŞ Û ŞÎN BÛBÛ’   Xaleta Oturmak, Hediye Parlak jî got Oturmak ber destê wê mezin bûye. Parlak, anî ziman ku xwest biçe morgê cenazeyê Oturmak bibîne lê ji ber hêj dadger û dozger nehatibûn destûr nehatiye dayîn. Parlak, wiha got: “Piştî otopsiyê me cenazeyê wê şûşt. Serê wê, laşê wê, dest û lingên wê tevek reş û şîn bûn. Her devera wê hatibû derbkirin. Beriya niha ji min re gotibû; ‘xaletê poşet dixe destê xwe û qirika min dişidîne. Piştre jî ji min dixwaze ku ez bibêjim min zirar daye xwe. Dibêje heke tu bixî stûyê min ez ê te bikujim.’ Ev gef lê dihatin xwarin.”    Parlak, destnîşan kir ku Oturmak ji bo zarokên xwe tehemûla vê zewacê dikir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rojekê hate vê derê û mehekê li vir ma. Hevjînê wê hat û me got; ‘em nadin.’ Ji ber ku me dizanî dê rojekê wê bixeniqîne. Got; ‘Ez êdî tiştekî wiha nakim.’ Me jî şand. Îsal dîsa heman tişt kir. Wî (Hekîm Oturmak) xeniqandiye. Me bi çavê xwe nedîtiye lê milet dibêje du birayên wî jî alîkarî daye wî, xistine wesayîtê û birine nexweşxaneyê.” Parlak xwest ku Hekîm Oturmak were girtin.   ‘ZAROKÊN WÊ TUNDÎ VEGOTINE’   Xwişka Oturmak, Ayhan Korhan jî got ku du roj berê bi xwişka xwe re axiviye û wiha got: “Keyfa wê ne li cih bû, min jê re got; ‘Dîsa li te xistiye?’ Dengê xwe nekir. Got; ‘Tu hizûrê ji min re nahêle. Ez ji ber xatirê zarokên xwe tehemûl dikim.’ Naciyeyê tiştek ji me re nedigot lê pir tişt dijiya. Zarokê wê yê 7 salî di îfadeya xwe ya li cendirmeyan de gotiye; ‘Bavê min pêhn û mistan li dayika min dixe.’ Keça wê dîtiye, li cem wê lê xistiye. Daye ber pêhn û mistan. Zarokên wî jî jê ditirsiyan û li cem wî nediaxivîn. Em dozdar n. Em naxwazin Hekîm Oturmak bi serbestî bigere. Bila tiştên bi serê xwişka min anîne ew jî bijî. Du birayên wî jî alîkarî daye wî. Em dixwazin birayên wî jî bên cezakirin.”    ‘LI BENDA RAPORA OTOPSIYÊ NE’   Kekê wê Îlhan Parlak jî anî ziman ku cendirmeyê pê re hevdîtin kiriye jê re gotiye ku Hekîm Oturmak îfadeyên hevnegirtî daye. Parlak, ev tişt anî ziman: “Gumanên cendirmeyan hebûn ku bavê zarokan gef lê xwaribin. Em li benda rapora otopsiyê ya dozger in. Divê Hekîm Oturmak nehatibûya berdan. Em ji wî gilîdar in. Çi ji destê me bê em ê bikin.”    MA / Rûkiye Adiguzel