Jinên femînîst li Geverê ne: Em ji qeyûman re dibêjin na 2024-07-06 17:09:40 COLEMÊRG - Jinên femînîst ên ji bo piştevaniya bi jinên kurd re hatin Kurdistanê li ber Şaredariya Geverê tayînkirina qeyûm şermezar kirin û wiha gotin: “Qeyûm ji bo jinan bi sînor bikin çavkaniyên cemaweriyê xerc dikin. Em ji qeyûman re dibêjin na.” Jinên Femînîst ji bo hin rêze serdanan hatibûn Kurdistanê û serdanên xwe didomînin. Jinan serdana Şaredariya Gever a Colemêrgê kirin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî bi jinan re bûn. Şande ji aliyê Hevşaredara Geverê Şadiye Kirmizigul û endamên meclisa şaredariyê ve hate pêşwazîkirin. Jinan piştî serdanê li ber şaredariyê daxuyanî dan. Di daxuyaniya hate dayîn de pankarta “Femînîst ji qeyûm re dibêjin na” hate vekirin.    Li ser navê jinên femînîst Ezgî Karakûş daxuyanî xwend.    Karakûş, diyar kir ku çend hefte beriya niha li Amed û Êlihê serdana şaredariyan kirine û got: “Îro jî em li Geverê ne. Ji bo me qeyûm mijareke femînistan e jî. Me vê yekê li Amed û Êlihê baştir dît. Dema qeyûm tên tayînkirin jin di mekanîzmayên biryaran de cih nagirin, nikarin li cihê cemaweriyê bin. Zîhniyeta qeyûm zihniyete dijminatiya jinê dike ye. Dijminatiya xweza, kedê dike. Jin li dijî tunehisibandina vîna xwe, biryarên xwe û bedena xwe dê têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘QEYÛM JI PÊŞEROJA KURDAN DIDIZIN’    Feraseta qeyûm, bandora polîtîkaya dijminatiya jinan, xwezayê û kedê ye û wiha berdewam kir: “Qeyûm ji aliyekî ve jî ji berûka gelê kurd didizin, ji îro û pêşeroja wan didizin. Me dît ku kesên di Şaredariya Rezan a Amedê ya di bin rêveberiya qeyûm de dixebitin çawa bêyî ku neçin kar mûçe digirin û dema ji ber vê yekê ji kar hatin derxistin jî bi awayekî bêrû Hevşaredar Leyla Ayaz hedef nîşan dan.”   ‘EM BI HEV RE JI QEYÛM RE DIBÊJIN NA’     Karakûş, bi lêv kir ku jin dê li dijî tunehesibandina xwe tekoşîna xwe bidomînin û ev tişt gotin: “Ew amirê polîsan ku ji Hevşaredara Cizîrê Guler Tûnç re got ku ‘ji ber tu jinî mafê te yê axaftinê tune ye’ ji me hemûyan re nas hat. Hewl didin bidin bawerkirin ku heke tu jin bî nikarî biaxivî, heke tu kurd jî bî mafê te yê xwe rêveberinê nîne. Lê niyeta me ya bêdengiyê qet tune ye. Em qebûl nakin ku şûna Viyan Tekçe ya li Colemêrgê meclisa şaredariyê ew weke şaredara fermî hilbijart walî weke qeyûm bê tayînkirin. Îro Şaredara rewa ya Colemêrgê Viyan Tekçe ye. Em dizanin ku polîtîkayên qeyûm ji bo me tên çi wateyê. Rawestgeha ewil a vê serdana me jî bû Gever a vîna wê ya gel tune hatibû hesibandin, qeyûm hatibû tayînkirin û bi hilbijartina dawî re jinûve hate bidestxistin. Em bi hev re ji qeyûm re dibêjin na.”   Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana Colemêrgê” bi dawî bû.