Li Mêrsînê cînayet: Pergal kuştina jinan teşwîq dike 2024-06-23 09:05:52   MÊRSÎN - Li Mêrsînê Seher Aktekîn, gava xwest dest ji hevjînê xwe berde, hat qetilkirin. Merivê wê Hacî Bozat anî ziman ku dewlet tevdîreke baş nagire û berekesê wê teşwîqkar e.    Li Taxa Çîlekê ya Akdenîz a Mêrsînê, di 20'ê Hezîranê de Seher Aktekîn (27) ji aliyê hevjînê xwe Bekîr Aktekîn ve hat qetilkirin. Beriya bûyerê bi 10 rojan polîsan avêtiye ser mala Aktekîn û tiryak û çek dîtine û ji ber vê hatiye binçavkirin û paşê hatiye berdan. Kiryar Aktekîn berê jî ji ber tundî li zarokê xwe kiriye demekê di girtîgehê de maye.    Xizmên Seher Aktekîn diyar kirin ku kiryar tim gef li Seher Aktekînê xwarine û rastîtundiyeke sîstematîk hatiye.    Ji xizmên Aktekînê Haci Bozat anî ziman ku jin tên vederkirin û ji ber vê pêşî li cinayetan nayê girtin û got: "Li Tirkiyeyê tiyark, hêza serdest e. Mirovên me xwe dikujin. Her kes dizane ku hevjînê meriva me ya hat qetilkirin pêgirtiyê tiryakê ye. Mixabin 10 roj berê polîsan ew binçav kir, lê bi îdiaya ku tenê vedixwe serbest hat berdan. Ji ber ku hat berdan cesaret girt û hat li malê jinikê qteil kir."    Bozat bilêv kir ku dewlet di vî warî de tevdîreke baş nagire û got: "Ji ber vê guhnedêriyê jin tên kuştin. Zilamê ku xizma me qetil kir, piştî hat girtin wê li hêwana dadgehê taximê cilan li xwe bike û qerewatê têxe stuyê xwe û dadgeh jî an wê cezayê wî kêm bike, an jî wê cezayê wî veguherîne cezayê pereyî û wî berde. Wê 4-5 salan di girtîgehê de bimîne. Rêxistinên jinan, divê bêtir li dijî vê rabin ser pêyan. Ji lew re pergal kuştina wan teşwîq dike. Êdî bila jinên me neyên kuştin û dayik negirîn."