Doza tecawizê ya cemaetê taloqî 16’ê tîrmehê hate kirin 2024-06-10 14:35:52   STENBOL - Keça damezirînerê Weqfa Hîranûrê ya girêdayî Cemaeta Îsmaîlaxa Yûsûf Ziya Gumuşel a 6 salî H.K.G. hate zewicandin û bi salan destdirêjî lê hate kirin. Danişîna doza derbarê bûyerê de hatiye vekirin taloqî 16’ê tîrmehê hate kirin.    Keça damezirînerê Weqfa Hîranûrê ya girêdayî Cemaeta Îsmaîlaxa Yûsûf Ziya Gumuşel a 6 salî H.K.G. bi Kadîr Îsteklî yê 29 salî re hate “zewicandin” û Îsteklî bi salan destdirêjî li zaroka biçûk kir. Danişîna doza derbarê bûyerê hatiye vekirin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat lidarxistin.    Derbarê danişîna de biryara veşartî hatiye dayîn. Di danişîna bi daxwaza zêdekirina cezayê hatiye dayîn de mutala hate dayîn. Dadgehê derbarê bersûc de biryara domandina girtinê da û danişînê taloqî 16’ê tîrmehê kir.     ÇI BÛBÛ?    Keça damezirînerê Weqfa Hîranûrê Yûsûf Ziya Gumuşel a bi navê H.K.G., hêj 6 salî bû ku bi yek ji murîdên weqfê Kadîr Îsteklî yê 29 salî re bi rêya mehra olî hate zewicandin. H.K.G, bi salan rastî desthdirêjiyê hat. Doz li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Anadoluyê hat lidarxistin û dadgehê di 23’yê cotmeha 2023’yan de li Kadîr Îsteklî 30 sal, li Yûsûf Ziya Gumuşel 20 sal û li dayik Fatima Gumuşel jî 16 sal û 8 meh cezayê hefsê biribû.    Piştî biryarê jî dosya biribûn îstînafê. Dadgeha îstînafê bi daxwaza ku cezayê hatiye birîn bê zêdekirin, biryar betal kiribû.    Tê payîn ku dê di danişîna 3’yemîn a 16’ê tîrmehê de biryar were dayîn.