Der barê jinên ku di 8'ê Adarê de stran gotin de doz hat vekirin 2024-06-02 09:01:59   SÊRT - Der barê hunermendên ku li Sêrtê di çarçoveya 8'ê Adarê de stran gotin û Dayika Aştiyê ya ku axivî de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" doz hat vekirin.    Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê, der barê hunermend Fatma Dayan, Gulistan Dayan, Kader Kiliç, Nalîn Gokçen û Servet Ervan de ku di çalakiya 8'ê Adarê Roja Jinan de derketin ser dikê û stran gotin û der barê Dayika Aştiyê Ayşe Taşiyê de ku di çalakiyê de axivî, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" doz vekir.    Îdianameya hat amadekirin ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê ve hat qebûlkirin.    Îdianame ji 5 rûpelan pêk tê. 2 rûpelên wê ji bo PKK'ê hatiye veqetandin. Di îdianameyê de hat îdiakirin ku Dayika Aştiyê Ayşe Taşçiyê ku xîtabî kesên li qadê kir propagandaya rêxistinê kiriye û hunermendan jî stranên pesindayina rêxistinê gotine.    Di îdianameyê de hat xwestin ku li her 6 kesan ji salekê heya 5 salan ceza bê birîn.