Doza jinên 11 mehan girtî mabûn hate redkirin 2024-05-30 10:06:20   AMED - Aktîvîstên TJA’yê Fîgen Ektî û Mekiye Ormancci di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de hatibûn girtin û 11 mehan girtî mabûn. Di doza aktîvîstan de biryara redkirina dozê hate dayîn.    Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Fîgen Ektî û Mekiya Ormanci di 2’yê kanûna 2022’yan di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de hatibûn binçavkirin û girtin. Di doza aktîvîstan dadgehê biryara redkirina dozê da.    Aktîvîstên TJA’yê li Girtîgeha Jinan a Sîncanê dihatin ragirtin û tevî 7 jinên li gel wan dihatin darizandin, di danişîna ewil a di 10’ê mijdara 2023’yan de hatin tehliyekirin. Parêzerên Ektî û Ormanci di pêvajoya binçavkirin û lêpirsînê de daxwaza redkirina dozê kiribûn lê ev daxwaz nehat redkirin. Ji ber vê yekê 11 mehan girtî man. 6 meh piştî tehliyekirina aktîvîstan jî biryara redkirina dozê hate dayîn.    HINCETA BIRYARÊ   Di hinceta biryara redkirina dozê de hat gotin ku delîlên heyî rê li ber sûcên “Avakirina rêxistinê” û “Rêvebirina rêxistinê” venakin û îdia kir ku delîlên “Endamtiya rêxistinê” ne. Dozger, got ku derheqê Ektî de dozeke din a bi heman rengî heye û kiryarên beriya 2018’an nabin mijara dozeke nû û xwest doz were redkirin. Dadgehê jî biryara redkirina dozê da.    Ji bo Ormanci jî bi heman sedeman biryara redkirina dozê hate dayîn.