Ata: Divê em fikra çareseriya demokratîk civakî bikin 2024-05-28 14:53:40   ÊLIH - Siyasetmedar Ayla Akat Ata ya li Êlihê bi welatiyan re hate bahev wiha got: “Pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêka DEM’ê û DBP’ê ye, pirsgirêka AKP ya li ser vê axê siyasetê dike jî ye. Divê em fikra çareseriya demokratîk civakî bikin.”   Siyasetmedar Ayla Akat Ata ya ji Doza Kobanê ceza lê hate birîn û hate berdan li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi gel re civiya. Gelek kesan serdana Atayê kirin. Di civînê de her tim dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hate berzkirin.    ‘ME TÊKOŞÎNA XWE LI GIRTÎGEHÊ JÎ DOMAND’    Ata, diyar kir ku li girtîgehê jî têkoşîna xwe domandin dê vê ji niha şunde jî têkoşînê bidomînin û wiha domand: “Li bajarekî ku evqas êş hatine kişandin, bedel hatine dayîn û têkoşîn tê dayîn, meşa bi we re ji bo me gelekî biqiymet e. Mixabin yek ji rawestgehên vê rêyê jî girtîgeh in. Em ê weke endameke TJA’yê têkoşîna xwe bidomînin.”   Ata, diyar kir ku çareserkirina pirsgirêka kurd armanca wan a bingehîn e û ev tişt gotin: “Em ê ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd têkoşînê bidomînin. Li holê rastiyek heye ew jî çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka kurd. Ji bo vê jî divê deriyên Îmraliyê ku gelê me bi salan e bedel dide û wî nîşan dide ye. Rastiya ji niha û şunde li benda me ye vekirina deriyên Îmraliyê ye. Ji bo çareseriyê jî divê muzakereyên ku Abdullah Ocalan ê gelê kurd ew weke sermuzakerevan nîşan daye di nav de be. Pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêka DEM’ê û DBP’ê ye, pirsgirêka AKP ya li ser vê axê siyasetê dike jî ye. Di vê astê de divê em fikra çareseriya demokratîk civakî bikin.”     Welatiyên hatin rêxistina bajêr, bi Ata re sohbet kirin û wêneyekî bîranînê kişandin.