Hişyarî ji bo 'Giştînameya Malbatê' ya AKP'ê: Plana desteserkirina jiyana jina ye 2024-05-24 09:26:19 ENQERE - Dilxwaza EŞÎK'ê Ozlem Kapdanê îşaret bi "Plana Çalakiyê ya Parastin û Bihêzkirina Malbatê" ya AKP'ê kir û got: "Belgeya ku danîne ber me, ew plan e komek dest deyne ser jiyana jinan. Êdî lukseke me ya ku em meseleyê parçe bi parçe gengeşe bikin tune ye." Bi îmzeta Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan "Plana Çalakiyê ya Parastin û Bihêzkirina Malbatê" di 15'ê Gulanê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Di vê planê de iv û tevgerên ku jinê hepsî malê dike esas hatine girtin û mayina di hundir de li jinê tê ferzkirin.    Dilxwaza Platforma Jinan a Ji Bo Wekheviyê (EŞÎK) Ozgul Kapdanê têkildarî plana çalakiyê ya navborî axivî.    FÎNALA POLÎTÎKAYÊN 22 SALAN ÊN AKP'Ê   Kapdanê bilêv kir ku plana çalakiyê ya ku wekî "xwecihî û neteweyî" hatiye berpêşkirin, "fînala" polîtîkayên 22 salan ên AKP'ê ye û got: "Xwestin kurtajê qedexe bikin, xwestin destjihevberdanê giran bikin, ji dêvla derûnasan îmam tayinî hêwirgehan hatin kirin, polîtîkaya sê zarokan hat ferzkirin, meseleya zewacê tim hat nepixandin. Ya herî girîng jî, temenê zewacê tim içûk kirin. Ji bo zewaca di temenekî biçûk de efûyek ferz kirin. Ev gelek caran ket rojeva meclisê. Her wiha bi qanûnên înfazê tecawizkar û tacizkarên zarokan ji girtîgehan hatin derxistin. Bi vê plana dawî jî dixwazin jin tu îtirazê nekin, serî bitewînin û mêr sermiyanê malê be."    Kapdanê destnîşan kir ku plana çalakiyê ya navborî li gor pêdiviyên civakê nehatiye amadekirin û got: ""Belgeya ku danîne ber me, ew plan e komek dest deyne ser jiyana jinan.   Kapdanê anî ziman ku ya hatiye amadekirin senaryoyek e û got ku ev pirsgirêk, pirsgirêka her kesî ye. Kapdanê destnîşan kir ku divê her kes di warê vê planê de bê serwextkirin û got: Êdî lukseke me ya ku em meseleyê parçe bi parçe gengeşe bikin tune ye. Bi bernameyeke yekpare derdiekvin pêşberî me. Ger armanc rast bê gotin, wê piraniya civakê nekeve vê dafikê û li hemberî van ferzkirinan rabe."   MA / Hîvda Çelebî