Piştevaniya Morê wê li 3 herêman konferansan li dar bixe 2024-05-23 09:04:15 ÎZMÎR - Endama Piştevaniya Morê Dîdar Gul ragihand ku ew ê li 3 herêman bi dirûşma "Em ne bi tenê, em bi hev re bihêz in" konferansan li dar bixin û got: "Rêxistinbûyîn bi qasî nan û avê ji bo me girîng e."  Piştevaniya Mor Dayanişmayê, wê bi boneya 10'emîn salvegera xwe di 26'ê gulanê de bi dirûşma "Em ne bi tenê, em bi hev re bihêz in" 4'emîn Konferansa Jinan a Tirkiyeyê li dar bixe. Konferansên ku du salan carekê bi awayekî navendî tên lidarxistin, îsal wê li Ege, Marmara û Çûkûrovayê bi awayekî hevwext bên lidarxistin. Konferansa li Îzmîrê wê li Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Alsancakê, ya li Marmarayê wê li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Şîşliyê û ya li Çûkûrovayê jî wê li Navenda Çandê ya Yaşar Kemal a Edeneyê bê lidarxistin.    Endama Koordînasyona Navendî ya Piştevaniyê ya Piştevaniya Mor Dîdar Gulê têkildaîr mijar û naveroka konferansan de axivî.    'EM BI HEV RE BIHÊZ IN'   Gulê diyar kir ku wê pirsgirêkên jinan bên gengeşekirin û got ku mijara konferansê bilindkirina têkoşîna li hemberî êrişên desthilata AKP-MHP'ê yên li hemberî hemû derdoran e. Gulê destnîşan kir ku konsepta êrişên li hemberî jinan bi cinayet, tundî, taciz, tecawiz û necezakirina kiryaran didome û got: "Rêxistinên jinan d vê pêvajoyê de xwe birêxistin dikin û rê li ber tevgera civakî vedikin. Em Piştevaniya Morê jî parçeeke vê ne. Me got 'Ne bi tenê, em bi hev re bihêz in' û me dest bi vê pêvajoyê kir."   ÇARE RÊXISTINBÛYÎN E   Gulê bilêv kir ku ew dixwazin bi van konferansan yekîtiya jinan û têkoşîna rêxistinbûyî xurt bikin û got ku her ku êriş zêde bibin têkoşîn jî zêde dibe. Gulê destnîşan kir ku jin dînamîka herî bihêz a têkoşîna rêxistinkirî ne û got: "Rêxistinbûyîn bi qasî nan û avê ji bo me girîng e."    Gulê got: "Ger dengê me hemûyan bibe yek, em ê karibin desthilata faşîst a AKP-MHP'ê têk bibin û rê li ber qirkirina jinan bigirin."