Li Dîlokê tundiya mêr: Jinek hate qetilkirin 2 kes birîndar bûn 2024-05-13 10:16:11   DÎLOK - Li Dîlokê Halîl Ozdemîr, hevjîna xwe Zeynep Ozdemîr bi çekê qetil kir û lawê xwe Îbrahmî Ozdemîr û zavayê xwe Hanîfî Bozkûrt jî bi giranî birîndar kir.    Duh bi şev li Taxa Belkis a Dîlokê Halîl Ozdemîr bi çekê êrişî hevjîna xwe Zeynep Ozdemîr, lawê xwe Îbrahîm Ozdemîr û zavayê xwe Hanîfî Bozkûrt kir. Li ser agahdarkirina cîranên wan tîmên polîsan û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di lêkolîna cihê bûyerê de hate tespîtkirin ku Zeynep Ozdemîrê jiyana xwe ji dest daye.    Cenazeyê Ozdemîr rakirina morga Saziya Tiba Edlî ya Dîlokê. Hate diyarkirin ku rewşa yek ji birîndaran Îbrahîm Ozdemîr giran e. Faîl Halîl Ozdemîr jî li cihê bûyerê hate binçavkirin.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.