Fakulteya Jineolojiyê dest bi dersan dike 2017-10-13 09:24:07 QAMIŞLO – Li Rojavayê Kurdistanê Fakulteya Jineolojiyê, di 16’ê Cotmehê de dest bi perwerdehiyê dike. Endama Desteya Rêveber a Jîneolojiyê Ayten Şêx Îsa, anî ziman ku bi avakirina fakulteyê gaveke mezin hatiye avêtin û wê ji bo jinên cîhanê bibe mînak. Îsa ji bo piştevaniyê jî bang kir û xwest her kes kevirekî deynin.    Li bajarê Qamişloyê ya Rojava, jinan li Zanîngeha Rojava Fakulteya Jineoliyê vekir. Dê fakulte di 16’ê Cotmehê de dest bi serdema xwe ya ewil a perwerdehî û hînkariyê bike. Endama Desteya Rêvebir a Fakulteya Jineolojiyê Ayten Şêx Îsa, behsa  fakulteyê, pêvajoya avakirina wê û pergala wê kir.    'LI CÎHANÊ YEKEMÎN FAKULTEYA JINEOLIJIYÊ YE’    Îsa, bi bîr xist ku fakulteya ku wan ava kiriye li cîhanê yekem Fakulteya Jineolojiyê ye. Îsa, got ku wan piştî guftûgo û nîqaşên dûr û dirêj ev fakulte vekiriye. Îsa, anî ziman ku li Rojava, Tirkiyeyê akademiyên Jinelojiyê hene, lê belê têr nakin. Îsa, da zanîn ku li akademî û atolyeyên li Efrîn, Kobanê û Cizîrê di polên 11-12’an de wek ders tê dayîn lê belê wan dîtiye ku ev yek têr nake. Îsa, destnîşan kir ku piştî têkoşîneke dûr û dirêj wan Fakulteya Jîneolojiyê vekiriye.    'WÊ BIBE MÎNAK’    Îsa wiha domand: “Cara ewil e ku fakulteyeke wiha vedibe û mirov meraq dike, ka ev çî ye, wê çawa bibe. Lê wê ev fakulte ji bo Tirkiye, Başûr û heta ji bo cîhanê bibe mînak û wê rê li ber jinan vebike. Jineolojî, bi têgehên wekî ‘jiyolojî’ tê tevlihevkirin; lê belê em dixwazin vê tevlihevî û gelemşeyê ji holê rabikin. Cihekî ku bi fikra jinê, heyîn, azadî, xwemalî û xwezaya wê esas bê girtin tune ye. Divê tenê di çarçoveya Jînekolojiyê li jinê neyê nihêrîn. Çimkî jiyan, azadî, xweza, huner û zimaneke jinê heye. Roja îroyîn tê xwestin ku ev hemû bên înkarkirin. Têkoşîneke wiha heye. Em bi jîneolojiyê li hemberî vê tê dikoşin.”    'XWESTEKA OCALAN BÛ’    Îsa, anî ziman ku wan dizanibû ku bi salan e Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî zafh dixwest Fakulteya Jîneolojiyê bê vekirin. Îsa, got ku jinên kurd xwedî li pêşniyara Ocalan derketine û ev tişt got: “Li Zanîngeha Rojavayê fakultebûyîna Jineolojiyê, tê wateya ku xeyala Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk tê. Ji ber vê ev gav ji bo me gaveke mezin û girîng e. Dema Ocalan ev yek pêşniyar kir got ku ‘Jin çavkaniya jiyanê ne.’ Lê belê bi salan e dîroka jinê di tarîtiyê de hatiye hiştin, nasnameya wê nehatiye hesibandin. Dîroka wê ya koletiyê nehatiye nivîsandin, lê dîroka wê ya azadiyê li ber nivîsandinê ye. Wê ev yek jî bi vekirina fakulteyê, bi saya zanista Jineolojiyê pêk bê. Niha em jî li gel her tiştî, her tim bi pêş ve gav diavêjin.”    'DIVÊ EM FERASETA NÊRZA BIŞIKÎNIN’    Îsa diyar kir ku li Rojhilata Navîn, li Reqqa, Dêra Zorê, Şengal û Tebqayê tenê jin bi awayekî fizîkî hebû û dema DAIŞ'ê berê xwe da vê xakê, li van deran komkujî pêk anîn û wiha pê de çû: “Yanî berê xwe da jina ku bi awayekî fizîkî heye, lê dîrok, ziman, çanda wê tê înkarkirin. Jina ku li hember sekinî jî tu tişt nîşan neda. Bû kole, hat tacîzkirin, hat îstismarkirin. Lê em dixwazin derxînin holê ku jin ne ew kes e ku li hemberî êrîşan xwe neparêze. Êdî li Rojhilata Navîn tenê êrîşeke fizîkî tune ye, êdî tecawizî fikrên mirovan jî dikin. Yanî bi awayekî taybet bi ser jinan de diçin. Profîla ku tê xwestin ew e ku jin serîtewandî be, nefikire û doza mafê xwe neke. Li jinên ku ketine destê DAIŞ’ê binerin, piranî jê jinên nerêxistinkirî ne, jinên ku nikarin parastina xwe bikin. Divê em li Rojhilata Navîn wê feraseta nêrza bişikînin.”    'WÊ JIN BI JINEOLOJIYÊ HÎN XWEŞIKTIR LI CÎHANÊ BINERIN’    Îsa di dewama axaftina xwe de piştrast kir ku zextên wekî "Tu jin î divê tu serê xwe binuxumînî, ji malê dernekevî, zarokên xwe mezin bikî" re rû bi rû ne û ev tişt anî ziman: "Naxwazin jin xwe biparêzin, çekan bidin xebatê, lê dema dîl dikeve destê DAIŞ’ê nikare tiştekî bike. Ji jinê re tê gotin ku ‘Xwediyê te ez im, ez ê te biparêzim.’ Lê dema jin li bazaran tên firotin xwedî li wan dernakevin. Bi Şoreşa Rojavayê jinan ev feraset şikand. Nîşan da ku jin jî dikare şer bike, dikare xwe û civaka xwe biparêze. Ji niha û pê ve dê jineke êzidî li dijî êrîşên DAIŞ’ê bê parastin nemîne. Di jiyanê de nêzîkatiyên wiha hêj hene. Ji bo şikandina vê ferasete û jiholêrakirina wê, Fakulteya Jîneolojiyê xwedî cihekî girîng e. Wê jin hêj bi hêztir û xweşiktir li cîhanê binherin.”    'WÊ LI FAKULTEYÊ 11 DERS BÊN DAYÎN’    Îsa der barê waneyên li fakulteyê de jî agahî da û anî ziman ku dema perwerdehî û hînkariya li Fakulteya Jîneolojiyê 2 sal in, lê belê dê xwendekar 6 serdeman dersan bibînin û her serdemek 4 meh e. Îsa da zanîn ku ew ê di 16’ê Cotmehê de dest bi perwerdehiyê bikin û her çiqas sala ewil be jî eleqeyeke zêde ji bo fakulteyê heye. Îsa diyar kir ku xwendekar heta 15’ê Cotmehê jî dikarin serî li fakulteyê bidin û got ku niha wê dersên wekî “Destpêka Jineolojiyê, Têgeh û Teorî, Şaristaniya Navendî û Şaristaniya Demokratîk, Sosyolojiya Azadiyê, Zayendîparêzî û Rejîma Heqîqetê, Zimanê Kurdî, Zimanê Îngilîzî, Zimanê Erebî, Rê û Rêbazên Lêkolînê û dersên kompîturê” bên dayîn. Her wiha Îsa derbirî ku ew ê di demên pêş de dersên “Estetîk, Avaniya Demografîk, Hevserokatiyê, Siyaset, Aboriya Komunal” û hwd. jî bidin.    Îsa destnîşan kir ku 5 rêveberên fakulteyê hene û wê xwendekar hemû jin bin. Îsa bi lêv kir ku dê di rojên pêş de xwendekarên mêr jî bikaribin li fakulteyê bixwînin, lê heta ku ew kadroyên xwe çêbikin, dê ev rawestî bimîne. Îsa da zanîn ku xwendekarên li Fakulteya Jineolojiyê bixwînin, di her qadên jiyanê de dê bi rihetî bikaribin bixebitin û wê karibin li dibistanan mamostetiyê bikin. Îsa diyar kir ku ew dixwazin li Efrîn û kantonên din jî fakulteyan vekin û niha navenda Jineolojiyê li Efrîn û Dêrikê hatiye vekirin. Her wiha Îsa destnîşan kir ku piştî van ew ê di pêşerojê de Akademiya Jineolojiyê vekin.    TU JÎ KEVIREKÎ DEYNE SER…    Îsa bang li tevahiya mirovan kir ku kesên dibêjin di têkoşîna jiyaneke nû de “Ez jî heme” divê bên Fakulteya Jineolojiyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li Rojava gundên Jinwar ên jinan tên avakirin. Em dixwazin di rojên pêş de bajarên jinan jî ava bikin. Ev pêşnûma nayê wateya ku jin û mêr ji hev du tên veqetandin. Em dixwazin feraseta şaş û çewt bişikînin. Em tenê red nakin, em dibêjin em ê jiyaneke azad çawa biafirînin, alternatîfên me çi ne, em berpêş dikin. Ev fakulte jî gaveke dîrokî ye. Kesên dixwazin di vê gava dîrokî de cih bigirin û alîkariyê bikin bila bên. Bila kevirekî jî ew deynin.”   MA / Azîz Oruç