Jinên HDP’î laçik diyarî Dayîkên Aştiyê kirin 2018-05-13 12:55:58   SÊRT - Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Sêrtê, bi boneya Roja Dayîkan laçik diyarî Dayîkên Aştiyê kirin.   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê, bi boneya Roja Dayîkan ji bo Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê taştê dan. Berî taştê, şandeya dinavê de Parlamentera HDP’ê Bedîa Ozgokçe Ertan jî heyî qûrnefîl dan dayîkan û Roja Dayîkan li wan pîroz kirin.    'HÛN BÛN PARAZVANÊN AŞTIYÊ'   Parlamentera HDP’ê Bedîa Ozgokçe Ertan axaftinek kurt kir û got: “We ligel hemû êş û bedelên mezin dest ji têkoşîna xwe berneda. Hûn bûn parazvanên aştiyê. Em bi rêzdarî bejna xwe ji ber têkoşîna we ditewînin. Em ê bi hêz û moralê me ji we girtî di 24’ê Hezîranê de bi ser bikevin.”   'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BERDEWAM BIKIN’   Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê Maşallah Işik Aslan jî, li ser navê dayîkan axivî û got: “Ez Roja Dayîkan pîroz dikim û dest ji têkoşîn û parazvaniya xwe bernedin.”    Piştî axaftinê xwarin hat xwarin û jinan laçik diyarî Dayîkên Aştiyê kirin.