Jin daketin qadên 8’ê Adarê 2024-03-08 12:17:48 NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 8’ê Adarê Roja jinan a Cîhanê li gelek bajaran mitîng û şahî tên lidarxistin.    Jin bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê daketin qadan. Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li navenda Êlihê, navçeya Cizîr a Şirnexê, li Qoser a Mêrdînê, li navenda Wanê, li navçeya Akdenîz a Mêrsînê, li Dep a Xarpêtê û li Amedê bi dirûşma “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve” mitîng û şahî tên lidarxistin.    Jinên ku bi cil û bergên xwe yên kurdî daketin qadan, rê li ber dîmenên rengîn vekirin û bê navber dirûşma “Jin, jiyan, azadî" tê berzkirin.