Ji bo bilindkirina hêvî û têkoşînê dê di 8'ê Adarê de li hev kom bibin 2024-02-27 09:07:05   STENBOL - Jin ji bo hêvî û têkoşînê mezin bikin, bi dirûşmeya “Li dijî xizanî, tundî, îstîsmar û şer têkoşîna me heye” 8’ê Adarê pêşwazî bikin. Jinên di Platforma 8'ê Adarê de ku gotin "Serîhildana me xwedî wê hêzê ye ku dikare guherînê pêk bîne" hêza guhertinê ye" bang li jinan kirin ku dakevin qadan.    Ji navendên girîng ên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê lê tê pîrozkirin, yek jê jî Stenbol e. Jin dê li Stenbolê bi pêşengiya Platforma Jinan a 8'ê Adarê, di 3'ê Adarê de li Îskeleya Beşîktaşê ya Kadikoyê bi dirûşmeya "Li dijî xizanî, tundî, îstîsmar û şer têkoşîna me heye" li hev bicivin.   Endama Tora Parastina Jinê Çagla Akdere û Berdevka Giştî ya Mecisên Jinên Sosyalîst (SKM) Tanya Kara, têkildarî girîngiya 8'ê Adarê ya îsal û têkoşîna jinan axivîn. Endama Tora Parastina Jinê Çagla Akdereyê diyar kir ku 8'ê Adarê ji bo jinan xwedî girîngiyeke sembolîk e û got ku ew îsal 8'ê Adarê di demeke wiha de ku êrişên li ser destkeftiyên jinan zêde bûne pêşwazî dikin. Akdereyê da zanîn ku AKP'ê bi partiyên siyasî yên ku pê re hevkariyê dikin, di hilbijartinên Gulana 2023'yan de dijminatiya li hemberî jinan û ya li hemberî LGBTI+'yan veguherand malzemeya propagandayê û got ku polîtîkaya bêcezakirinê tevahiya salê dewam kiriye. Akdereyê got: "Em di bin pêla tundiya mêr û dewletê û pêleke mezin a êrişan de ber bi 8'ê Adarê ve diçin."   Akdereyê anî ziman ku di çarçoveya 8'ê Adarê de yek ji rojeva jinan a herî girîng gengeşeya 'malbatê' ye ku gelek caran ji aliyê hikûmetê ve tê pîrozkirin û got: "AKP bi mijara 'malbata pîroz' komxebatên cuda li dar xist, li gel partiyên wekî Partiya Refahê û Huda Parê ku ji bo di hilbijartinên giştî de bi ser bikevin re tifaq çêkir. Di bin navê 'civînên malbatî yên mezin' de 'meşên mezin ên nefretê' û 'meşên sûc' li dar xistin û jiyana jinan û LGBTI+yan hedef girtin. Di heman demê de di vê pêvajoyê de 'mafê nefeqeyê' di rojevê de bû. Li dijî vî mafî hin saziyên sivîl bi piştgiriya dewletê hatin avakirin."    ‘PARÇEYEK JI WÊ QELEBALIXIYÊ...'   Akdereyê da zanîn ku li dijî van hewldanên ku jiyana jinan tehdîd dikin, têkoşîna jinan a rêxistinkirî derketiye holê û got: “Tevî ku demek dirêj derbas bûye jî, dirûşmeyek ku gava tê bîra me bişîrîn li rûyeê me datîne hebû; 'Eger hûn bêhêvî bibin, vê girseyê bînin bîra xwe.' Di demeke wiha de ku faşîzm hewl dide hêviya me tune bike û hêza me ya xeyalkirinê ji holê rake, divê em ji bîr nekin ku hêvî tê wateya tevgera bi hev re. Di 8'ê Adarê de em bi hev re bin, bibin parçeyek ji wê girseyê, bi hev re hêviyê bi rêxistin bikin, veguherînin hêviyek kolektîf, veguherînin têkoşînek kolektîf. Werin em di 8’ê Adarê de bicivin."  Berdevka Giştî ya SKM'ê Tanya Karayê diyar kir ku ew 8'ê Adarê di pêvajoyeke ku her roj tundiya li ser jinê zêde dibe û tundî bi şêweyên cuda pêş dikeve, pêşwazî dikin. Karayê bal kişand ser şêwazên tundiya li ser jinan û got: “Em dibînin ku herî zêde jin di malên xwe de tên qetilkirin, li Kurdistanê jinên ciwan ji aliyê çawîşên pispor, polîs û cendirmeyan ve rastî taciz, destavêtin û qetilkirinê tên. Îro em dibînin ku jin di bin navê 'xwekuştinê' de tên kuştin. Ev hemû bûne amûr ji bo dewleta mêr ku tundiya li ser jinê rewa bike û kiryaran bi polîtîkayên bêcezakirinê xelat bike."   AMADEKARÎ DIDOMIN   Karayê anî ziman ku wekî SKM'ê dest bi xebatên 8'ê Adarê kirine û wiha got: "Em li kolanan belavokên xwe yên 'Ji bo avakirina azad û wekhev ber bi 8'ê Adarê ve' belav dikin. Em piştevaniya bi hevrêyên xwe yên jin ên ku dê 8’ê Adarê li girtîgehan pêşwazî bikin bilind dikin û hewl didin name û kartan ji wan re bişînin û şert û mercên tecrîdê bikin rojev. Em dizanin ku jin ne tenê li kolanan e, hevrêyên me yên jin ên li zindanan li ber xwe didin û têdikoşin jî hene. Em dizanin ku dengê wan û têkoşîna wan di 8’ê Adarê de bi me re ye."   DÊ DI 8'Ê ADARÊ DE LI KUÇEYAN BIN   Karayê banga tevlibûna civîna jinan a ku Platforma Jinan a 8'ê Adarê wê di 3'yê Adarê saet di 16.00'an de li Kadikoya Stenbolê pêk bîne kir û got: "Em hem bi hêza tevgera xwe ya yekbûyî ya jinan û hem jî bi rêxistinbûyîna 8'ê Adarê dixwazin bibin xwedî hêz. Ji ber ku em dizanin hêza serhildana jinê heye ku her tiştî biguherîne. Em dizanin ku sedsala 21'ê serdema şoreşa jinê ye. Em bi vê bawerin û bi vê hêzê ber bi 8’ê Adarê ve dimeşin. Em bang li hemû jinan dikin ku di 8'ê Adarê de dakevin qadan û serhildana xwe bilind bikin."