Kovara Jînê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket 2024-02-18 10:20:18 STENBOL - Kovara Jînê di hejmara nû de bi manşeta “Ziwan, ziman, zimane zikmakî” derket.    Hejmara 51’emîn a Kovara Jînê vê hefteyê bal kişand ser 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê û bi manşeta “Ziwan, ziman, zimane zikmakî” derket. Di hejmara vê hefteyê ya kovarê de qedexeyên li ser zimanê kurdî û binpêkirinên mafan ên ji ber van qedexeyan li dijî jinan tên kirin hatin vegotin.    Nivîsên di hejmara nû de wiha ne:    * Tevî hemû zextan jî parastina zimanê kurdî / Roza Metîna    * Kamber Ateş çawanî? / Perîşan Akan - Dibistana Polîtîka Tenduristiyê ya Ata Soyer    * Xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê dayikê / Yildiz Ok Orak   * Xwegihandina mekanîzmayên têkoşîna li dijî tundiya di zimanê dayikê de / Hevpeyvîna Şukran Demîr a bi endama Komeleya Dema Jinê Newroz Unverdî re    * Li dijî tecrîdê azadî / Ebrû Gunay