Girtiya nexweş Karaguzel ji dil emeliyat bû 2024-02-16 14:59:10   ÎZMÎR - Girtiya nexweşa giran Mûhlîse Karaguzel emeliyata dil a vekirî derbas kir. Dayikên aştiyê yên li nexweşxaneyê serdana Karaguzel kirin, banga “Mûhlîse Karaguzelê berdin” kirin.    Mûhlîse Karaguzel (60) a li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê tê ragirtin, ji ber di 26’ê çileyê rewşa wê giran bû rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Ataturk a Îzmîrê. Girtiya nexweşa giran Karaguzel a nexweşiyên wê yên weke dil, diyabet, hipertansiyon, astim, fitika piştê û stû hene, emeliyata dil a vekirî derbas kir.    Meclisa Dayikên Aştiyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) li nexweşxaneyê serdana girtiya nexweş Karaguzelê kirin.    ‘MÛHLÎSE KARAGUZEL SERBEST BERDIN’    Dayika Aştiyê Medîne Kaymaz a piştî serdana Karaguzel kir, daxuyaniyeke kurt da û wiha got: “Em tenê naxwazin dayikeke nexweş a aştiyê dixwaze di girtîgehê de bimîne. Em dixwazin hemû girtiyên nexweş li derve bên dermankirin û bên berdan. Gelek hevalên me yên girtî yên nexweş tevî cezayê wan xelasbûye jî bi hincetên keyfî nayên berdan. Ev zilmeke, dest ji kirina zilmê berdin. Di serî de girtiyên nexweş, em dixwazin dayikên di girtîgehan de bên berdan.”