Dayikên ku Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin: Yekane çare berxwedan e 2024-02-08 09:38:51 ŞIRNEX - Jinên Botanê yên ku Meşvanên Azadiyê bi coşeke mezin pêşwazî kirin gotin: "Li dijî tecrîdê yekane çare berxwedan e. Encama berxwedana me dê bi heybet be."    “Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk di 1'ê û 3'ê sibatê de li Wan û Qersê hatibû destpêkirin didome. Meşvanên azadiyê li her bajarê ku diçinê, ji hêla gel ve bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin. Yek ji navendên ku Meşvanên Azadiyê xwe gihandinê jî herêma Botanê bû. Dayikên Botanê yên ku meşvanên azadiyê pêşwazî kirin, têkîldarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd axivîn.    'NETIRSIN RABIN SER PIYAN'   Yek ji Dayikên Aşitiyê Emîne Alkiş, daxwaz kir ku herkes li cihê ku lê ye li dijî tecrîdê berteka xwe nişan bide û wiha axivî: "Ev meşa ku hatiye destpêkirin ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û azadiya gelê kurd hatiye destpêkirin. Divê ku em tecrîda ser birêz Ocalan bişkînin. Li dijî tecrîdê di girtîgehan de jî grevên birçîbûnê hatine destpêkirin. Heta ku ew negihijin armanca xwe, gelê kurd dê li ser piyan be. Banga min ji hemû dayikan re ew e ku bila netirsin, bila rabin ser piyan. Pêwîst e ku em vê çalakiyê bigihijînin serkeftinê."   'BILA DESTÊ XWE BIDIN ME'   Dayika Taybet Tatli jî bi lêv kir ku yekane sedema aloziyên li Tirkiyeyê û Kurdistanê girankirina tecrîdê ye û got: "Ev serkeftina meşvanên ku ji bo aşitiyê qesta vê derê kirine dixwazin. Em dixwazin ku ev tecrîda ser birêz Ocalan û girtîgehan bi dawî bibe. Bila dayikên girtiyan, dayikên polîsan, dayikên cerdevanan bên, destê xwe bidin destê me û bi hev re em bimeşin û aştiyê binîn welatê xwe. Em dixwazin ku ev tecrîd bi dawî bibe. Em aştiyeke mayînde dixwazin."    'HETA TECRÎD RANEBE EM Ê NESEKININ'   Ji jinan Ayşe Nergîz, bi lêv kir ku li dijî tişta pêwîst tifaqiya gelê kurde û ev tişt anî ziman: "Li dijî tecrîdê divê ku gelê kurd nesekine û serhildana ku daye destpêkirin berdewam bike. Divê ku çalakiyên li dijî tecrîdê li girtîgehan, li kolanan bidomînin. Heta ku tecrîd ranebe em jî ne azad in. Heke ku ev tecrîd bi dawî bibe em hemû jî dê azad bibin. Mifteya azadiyê li Îmraliyê ye. Heta ku birêz Ocalan azad nebe û ev tecrîde bi dawî nebe em jî dê nesekînin. Dê li dijî tecrîdê serhildana me jî hebe. Di navbera me kurdan de bêtifaqiyeke heye, lê heke ku li dijî tecrîdê tifaqiya me hebe em ê bikaribin tecrîdê bişkînin. Banga min ji jinan re û gelê kurd re ew e ku li dijî tecrîdê têbikoşin. Bila kesek mala xwe nerûne û deng bidin daxwaza rakirina tecrîdê."   'SERKEFTIN YA GELÊ KURD E'   Akide Şayik, jî got ku divê ku her kurdek piştgiriyê bide meşa azadiyê û got: "Em ji bo aşitiyê hatine vê derê. Em dixwazin ku birêz Ocalan bê berdan. Bila vê zilma tecrîdê li ser birêz Ocalan û girtîgehan rakin. Em daxwaz dikin ku gelê kurd hemû piştgiriyê bidin vê meşê. Heke ku tifaqiya me hebe dê tecrîd jî rabe û aşitî jî çêbibe. Divê ku em bi hev re rabin ser piyan û li dijî tecrîdê bi hev re bertek nişan bidin. Wê berxwedana me encam bigire û serkeftin dê ya gelê kurd be."    'YEKANE ÇARE BERXWEDAN E'   Ayşe Kiran, da zanîn ku ji berxwedanê pêvetir çare nema ye û wiha axivî: "Em dixwazin ku aşitiyek bikeve cîhanê. Em jî dixwazin ku cîhan xweş bibe. Yekane çareserî rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e. Heke ku tecrîd rabe dê wekhevî çêbibe û aşitiyek çêbibe. Ev çend roj in parlamenterên me di riyan de ne. Ji bo aşitiyê di rê de ne. Divê ku gelê kurd piştgiriyê bide vê meşa azadiyê. Yekane çareya me kurdan berxwedan e."   'ENCAM DÊ BI HEYBET BE'   Ji jinan Gule Deger jî diyar kir ku ew bi hêvî ne ku berxwedana ku li dijî tecrîdê encam bigir e û ev tişt anî ziman: "Ez ji bo aşitiyê li vir im. Em dixwazin ku ev tecrîda li ser birêz Ocalan û girtiyan rabe. Em jî weke her gelekî mafê xwe dixwazin. Pêwîste ku gelê kurd ji 7 salî heta 70 salî li ber xwe bide. Vê tecrîdê heta niha her tim bi xwe re şer aniye lê em bi hêvî ne ku azadî nêz e. Divê ku em bi hevre li ber xwe bidin da ku em serbikevin. Em bi bawer in û bi hêvî ne ku dê encam bi heybet be."    'DIVÊ KU EM TIRSÊ BIŞKÎNIN'   Dexile Atmiş jî bal kişand li ser tecrîdê û got ku gelê kurd di mala xwe de jî di bin tecrîtê de ye û got: "Ev laçika spî ya aşitiyê ye. Gelê kurd ê bindest aşitiyê dixwaze. Divê ku serokê gelê kurd ji bin vê tecrîdê derbikeve. Ev 6 roj in ku ev hevalên me ji bo azadiyê dimeşin. Pêwîste ku gelê kurd weke salên destpêkê rabin ser piyan û li ber xwe bide. Yan mirin ya mayîn. Heta kengî em ê bindest bin? Divê ku dayikên kurd hemû dest bidin hev û vê tirsê bişkînin. Ha tu li mala xwe di zindanê de yî û ha jî em di zindanê de ferq nake. Ji ber wê divê ku em li ber xwe bidin."    MA / Zeynep Dûrgût - Rûkiye Adiguzel