'Em destûrê nadin pêşnûme bê erêkirin' 2017-10-12 14:18:31 ENQERE - Jinên ku ji gelek bajaran gihan Enqerê, pêşnûmeya “Qanûna Muftiyan” ku li bendêye pêşkêşî Lijneya Giştî bê kirin, li ber meclise şermezar kirin. Jinan, diyar ku dê destûrê nedin pêşnûme bê erêkirin.   Platforma Jinan a Enqerê,  li dijî pêşnûmeya erka mahrê bidin muftiyan a di Komîsyona Hûndirde hat qebûl kirin û di Lijneya Giştî ya Meclisê de hevdîtinên wê hatin taloqkirin, li ber Deriyê Dîkmen ê Meclisê kombûn. Bi sedan jin ji navçe û navendê beşdarî çalakiyê bûn.      Komek jin ketin Meclîsê û jinên din ên li ber meclîsê kom bûyîn, bi hinceta navê wan di “Lîsteya qedexê de heye” nekarin bikevin meclisê. Jinên ku karîn bikevin meclîsê, ji bo pêşnûmeya hefteya were pêşkêşî Lijneya Giştî dê bê kirin, li ber Lijneya Giştî daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamentera Partiya Gelan a Komarê (CHP) Şenal Sarihan, Serokê Giştî yê Jinan a CHP’ê Fatma Koze û Komîsyona Jinan tevli daxuyaniyê bûn. Seroka Giştî ya Jinan a CHP’ê Fatma Kose daxuyanî da.     ‘PÊŞNÛME PÊŞIYA TECAWÎZKARAN VEDIKE'    Kose, diyar kir ku dixwazin di pêvajoy OHAL’ê pêşnûmeyê erê bikin û wiha axivî: “Dixwazin bi pêşnûmeyê rê li pêş tecawîzkaran vekin û erka mahrê bidin miftiyan, erê bikin. Çi dema ev pêşnûme hat qebûlkrin, dê civak bibe du bend. Bi vî awayî hûn nikarin zarok û jinên vê welatî biparêzin.”     ‘EM PÊŞNÛMEYÊ QEBÛL NAKIN’   Kose, da zanîn ku hincetên wan ên çima pêşnûmeyê qebûl nakin hene û wiha got: “Ji ber ku ev pêşnûme dê hemû mafê jinan ji destên wan bigirin. Ev pêşnûme dê rê ji bo zewaca di zarokatiyê veke. Mafên medenî dayîna erkdarên olî, li dijî lalîktiyê ye.”     HIKUMET HIŞYAR KIRIN!   Kose, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê hîna jî jin û zarok tên kuştin. Kose, aşkera kir ku ew hikûmetê hişyar tin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi sedan pirsgirêkên civaka walêt hene. Di ser de jî ev pêşnûme anîn. Bi salane jin ji bo wekheviyê têdikoşin. Hemû sererast kirinên heyî, ji bo pêdiviyên me, pirsgirêkên me û daxwazên me nabin bersiv. Em vê pêşnûmeyê bi tu awayî qebûl nakin. Ji bo jiyanek azad û wekhev heya dawiyê em ê têbikoşin.”