Li Îzmîrê jinek û zarokek hatin qetilkirin 2024-01-24 13:19:04   ÎZMÎR - Kesê bi navê Yûsûf Yilmaz hevjîna xwe Derya Uzellî Yilmaz ku di qonaxa hevberdanê de bûn bi giranî birîndar kir û keça xwe ya 4 salî Lînda Yilmaz û xwesûya xwe qetil kir.    Doç. Dr. Yûsûf Yilmaz (38) ku li navçeya Bornova ya Îzmîrê hîndekar bû, hevjîna xwe Doç. Dr. Derya Uzellî Yilmaz (38) ku di qonaxa hevberdanê de bûn bi çekê bi giranî birîndar kir û keça xwe ya 4 salî Lînda Yilmaz û xwesûya xwe Dîlek Uzellî (61) jî qetil kir. Yilmaz, bi heman çekê întîdar kir. Piştî îxbarê, li cihê bûyerê polîs û komên tenduristiyê hatin sewqkirin. Di lêkolîna ewil de derket holê ku Lînda Yilmaz û Dîlek Uzellî jiyana xwe ji dest dane. Hat zanîn ku rewşa Derya Uzellî Yilmaz ku rakirin nexweşxaneyê jî giran e.    Li ser Yûsûf Yilmaz 4 demancayên bêruxset derketin û têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.