MKG bi rojnamegerên jin ên li Stenbolê re civîya 2024-01-22 14:48:02 STENBOL - MKG, bi dirûşma "Weke jinên rojnameger em ji bo taştê tên cem hev û em dixwazin we di nava xwe de ji bo hevgirtin û hevkariyê mezin bikin bibînin" bi gelek rojnamegerên jin re bernameya taştê organîze kir.    Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) li Feneryoluya Stenbolê bi dirûşma "Weke jinên rojnameger em ji bo taştê tên cem hev û em dixwazin we di nava xwe de ji bo hevgirtin û hevkariyê mezin bikin bibînin" bi komek jinên rojnameger re bername li dar xist. Tevî endamên MKG'ê, ji hemû pêkhateyan rojnamegerên jin ên li Stenbolê dixebitin beşdarî bernameyê bûn.   Di bernameyê de pêvajoya komelebûna MKG’ê hat vegotin. Endama MKG'ê Kîbriye Evren, di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên zextan a li hemberî rojnamegerên jin û got: "Hewl didin ku rojnamegeran bêdeng bikin. Ev rewş li Kurdistanê bêtir zêde ye. Hevseroka Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoğlu ji ber xebatên rojnamegeriyê hat girtin. Divê her kes piştevaniyê bi rojnamegeran re bike. Rojnamegeriya jinê girîng e. Ji bo piştevaniyê divê bername bên organîzekirin. Danûstandina fikr û ramanan bê kirin.    Rojnameger Pinar Gayip jî di bernameyê de axivî û bal kişand ser girîngiya piştevaniyê û wiha axivî: "Li dijî binçavkirin û girtina rojnamegeran divê reflekseke bi hêz bê nîşandan."   LI DOZA DÎCLE XWEDÎ DERKEVIN   Rojnameger Aysel Işik, di bernameyê de wiha bal kişand ser girtina Dîcle Muftuoglu: "Dîcle ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hat girtin. Darizandina wê nîşaneya helwesta dadgehê ye. Li Kurdistanê bêtir rojnameger bi zextan re rûbirû dimînin. Gelek rojnameger hene lê piştevanî kêm in. Divê piştevaniyeke bi fîzîkî jî li pêş be. Her wiha divê em xwedî li doza Dîcleyê derkevin."    Rojnameger Nezahat Dogan, daxuyand ku divê rêxistinbûna rojnamegerên jin bê pêşxistin û wiha bi lêv kir: "Her wiha ne piştevanî divê rêxistinbûn bê esas girtin. Bi rojnamegeriyeke rast em dikarin li kolanan dengê xwe bilind bikin. Bi hevkarî divê xwedî li doza Dîcleyê bê derketin."   Rojnameger Evrîm Kepenek jî, destnîşan kir ku divê bi rêxistinî tevlî danişîna doza Dîcleyê bibin û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Em dikarin plansaziyek derxin. Divê demildest em tevbigerin. Em dikarin piştevaniya xwe mezin bikin."    PIŞTEVANIYÊ MEZIN BIKIN   Rojnameger Marta Somek, daxuyad ku rojnamegerên jin li qadê bi şîdeta polîsan re rûbirû dimînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Derbarê rojnamegerên ku tên binçavkirin û girtin de raporên îlhalkirina mafên rojnamegeran amadedikin. Her 3 mehan carekî wan raporên xwe ji raya giştî re aşkera dikin. Em wan raporên xwe li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) aşkera dikin. Em tenê bi çend hevalên xwe li vir dicivîn. Em li vir zêdetir piştevaniyê nabînin û ji ber vê yekê divê em bêtir bên cem hev û pişteniya xwe ya bi hev re mezin bikin. Tenê çûyîna li Amedê û tevlîbûna ji dozan têr nake. Em dikarin tevlî xebatên komeleyê bibin û piştevaniyê mezin bikin."