Rêxistinên Jinan: Têkoşîna me mafdar û rewa ye 2024-01-19 10:46:37 STENBOL - Nûnerên rêxistinên jinan diyarkirin bi binçavkirinên li Stenbolê tê xwestin ku xebatên jinan bên krîmînalîzekirin û destnîşan kir ku têkoşîna wan mafdar û rewa ye.    Li Stenbolê di 16’ê çileyê de bi serdegirtina malan Seroka Komeleya Dema Jinê Dîlek Basalan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) di nav de 21 kes hatin binçavkirin. Jinên ku polîsan tundî lê kirin hêj li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê tên ragirtin. Li miduriyeta polîsan ji jinan çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navnetewî hatin pirsîn. Nûnerên rêxistinên jinan ên li Stenbolê bertek nîşanî binçavkirinan dan.    JIN ÇIMA DIBIN HEDEF?   Ji Tora Parastina Jinan Ruya Kûrtûlûş, diyar kir ku êrişên desthilatê yên li dijî jinan didomin û bi lêv kir ku jinên ku di nava tevgera azadiyê ya kurd de cih digirin ewilî ji van êrişan bi bandor dibin. Kûrtûlûş operasyonên li dijî TJA’yê bi bîr xistin û wiha axivî: “Di bingeha vê polîtîkayê de dijminatiya jinan ku AKP hewl dide ava bike heye. Jin rêgezên ev pergal li wan ferz dike, qebûl nakin. ‘Jina makûl’ qebûl nake. Ji ber vê yekê ji aliyê desthilatê ve gelek bixeter in û ji ber vê yekê jinên polîtîk dibin hedef. Em li dijî êrişan di nava piştevaniyê de ne û em ê bi têkoşîna bi hev re van êrişan bertaraf bikin. Em li dijî êrişan di nava piştevaniyê de ne û em ê bi têkoşîna bi hev re van êrişan pûç bikin. Em dixwazin hevalên me demildest bên berdan.”   ‘POLÎTÎKAYÊN ÇAVTIRSANDINÊ BI SER NAKEVIN’    Endama Komeleya Jinan a Kirkyama Tulay Korkûtan jî anî ziman ku her cara desthilat tengav dibe dest bi operasyoneke nû dike. Korkûtan, destnîşan kir ku bi operasyonan hewl tê dayîn têkoşîna jinan were krîmînalîzekirin û wiha got: “Di dîmena ku Wezareta Karên Hundir weşandî de, deriyên hevalên me tên şikandin, bi paş ve tên kelemçekirin û hewl tê dayîn serê wan bê tewandin. Tu hevalên me ji bilî siyaseta demokratîk tu tişt nekirin. Hevala me Dîlek Başalan a di Komeleya Dema Jinê de ye, di komeleyeke ku piştgiriya hiqûqî û psîkolojîk dide jinan de ye. Li dijî tundiya zilaman bi jinan re di nava piştevaniyê de ye. Desthilata siyasî bi van operasyonan re hewl dide têkoşîna jinan, DEM Partiyê û gel çavtirsandî bike. Bi vê polîtîkayê li tu deran bi serneketin dê bi sernekevin jî.”   ‘TÊKOŞÎNA ME MAFDAR Û REWA YE’    Korkûtani anî ziman ku têkoşîna wan mafdar û rewa ye û wiha berdewam kir: “Jinên ku li dijî polîtîkayên zext û şer ên desthilata siyasî li ber xwe didin û gelê kurd ê serê xwe natewîne heye. Ji ber vê yekê hêviya me heye.”   ‘PEYAMA NE AXIVIN TÊ DAYÎN’    Endama Rizgariya Jinê Gamze Taşçi jî anî ziman ku jinên hatine binçavkirin bi taybetî hedef hatine girtin û wiha got: “Têkoşîna jin têkildarî pirsgirêkên civakî de bi rê ve dibin û gotinên wan êd têkildarî pergala tecrîdê ya li Îmraliyê desthilatê aciz dike. Di binçavkirina dawî de hedef girtina kesên di Nobeta Edaletê de peyameke têkildarî têkoşînê ye. Desthilat peyama ‘têkildarî tecrîdê û girtîgehan devê xwe venekin, têkildarî vê neaxivin, têkildarî tiştên gel dijî neaxivin’ dide.”   ‘EM Ê PIŞTEVANIYÊ BIDOMÎNIN’    Taşçi got ku “Em ê weke rêxistinên jinan ên li Tirkiyeyê piştevaniya bi tevgera jinên kurd re bidomînin” û ev tişt gotin: “Em ê ji êrişên li ser saziyên jinan re bi piştevaniyê bibin bersiv. Ev jî tê wê wateyê ku em ê di têkoşîna li dijî baviksalariyê û kapîtalîzmê ya li Tirkiyeyê de xurttir bibin. Ji bo me hevgirtina bi tevgera jinên Kurd re tê wateya diyarkirina xeta me ya azadî û rizgariyê.”   MA / Esra Solîn Dal