Li Dîlokê jinek hate qetilkirin 2024-01-18 14:24:40   DÎLOK - Li navçeya Şahînbeyê Bahar Karabag ji aliyê hevjînê xwe Eyup Tûran ve bi çekê hate qetilkirin.    Bahar Karabag (31) a li Taxa Karataş a girêdayî navçeya Şahînbey a Dîlokê dijiya, ji aliyê hevjînê xwe Eyup Tûran ve bi çekê hate qetilkirin. Tîmên tenduristiyê yên li ser îxbara kesên bûn şahidê bûyerê, hatin cihê bûyerê, tespît kirin ku Bahar Karabagê jiyana xwe ji dest daye.    Cenazeyê Bahar Karabagê piştî kirariyên li Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Dîlokê hatin temamkirin, ji bo bê veşartin radestî malbata wê hate kirin.    Faîl Eyup Tûran ê piştî bûyerê hate binçavkirin, birin miduriyeta polîsan a navçeyê.