Ajokarê teqsiyê parêzera OHD’î tacîz kir 2024-01-12 11:12:52   STENBOL - Endama MLSA û OHD’ê parêzer Emîne Ozhîsar ragihand ku ji aliyê ajokarê teqsiya ku ji Taksîmê ji bo biçe edliyeyê lê siwar bû ve rastî tacîzê hatiye. OHD’ê û MLSA’yê diyar kirin ku wê şopdarên pêvajoyê bin.    Endama Yekeya Hiqûqê ya Komeleya Xebatên Hiqûq û Medyayê (MLSA) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Emîne Ozhasar, ragihand ku ji bo bi çe Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê saet dora 12.51’an de li Taksîm Gumuşsûyûyê li teqsiyê siwarbûyî rastî tacîzê hatiye. Ozhasar, li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal têkildarî faîlê tacîzê ajokarê teqsiya bi pîlaqeya “34 TFL 23” parvekirinek kir û wiha got: “Gilîkirin jî di nav de ez ê serî li hemû rêyên hiqûqî bidim.” MLSA’yê jî li ser hesaba xwe ya dîjîtal medyayê wiha got: “Weke MLSA em ê bibin şopdarê vê êrişa li dijî parêzera me hatiye kirin.”   OHD: EM Ê PÊVAJOYÊ BIŞOPÎNIN    Şaxa OHD’a Stenbolê ya têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand, destnîşan kir ku Ozhasar dema xebatên xwe yên pîşeyî bi cih dianî rastî tundiya mêr û tacîza zayendî hatiye û vê yekê qebûl nakin. OHD’ê da zanîn ku dê giliyê faîl bikin û ji bo ku faîl were cezakirin dê bibin şopdarên pêvajoyê.