Taşdemîr: Em ê bi dirûşmeya jinan mora xwe li serdemê bixin 2018-05-05 09:14:22 ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku lez dane xebatên xwe yên hilbijartina zordest û got: “Em ê bi dirûşmeya jinê mora xwe li serdemê bixin.” Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) lez dan xebatên xwe yên hilbijartinê. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, derbarê xebatên xwe de axivî.    Taşdemîr, anî ziman ku hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê ji bo jinan jiyaniye û wiha got: “Em nikarin 24’ê Hezîranê weke hilbijartinek ji rêzê bigirin dest. Em jin ji bo pêşeroj û azadiya xwe biparinzin dê li qadan bin. Emê di vê çarçoveyê de xwe rêxistin bikin. Emê roja hilbijartinê hesap ji AKP’ê bixwazin. Ji ber ku Polîtîkayên AKP’ê yên zayendperest, netewperest, nijatperest û dijminantiya jinê hişt ku tundiya li dijî jinan mezintir bibin û paşdebûn çêbe. Bû bingeha komkujiyên jinan û jinên siyasetmedar rehîn girtin.”   ‘BI ÎTÎFAQA JINÊ EM ARMANC DIKIN KU QADEKÊ SIYASÎ JI JINAN RE VEKIN’   Taşdemîr, bal kişand ser nîqaşên îtîfaqa jinan û wiha bilêv kir: “Gava em behsa îtîfaqa jinan dikin, ne tenê ji bo çend rexistin bên gel hev û deklerasyonekê hevpar ragihînin. Ev îtîfaq jî ne tenê ji bo hilbijartinê ye. Dem bi dem em bi gelek sazî û dezgehên jinan re tên gel hev. Îtîrazên bi hêz ên li dijî polîtîkayên desthilatdariyê hene. Daxwazên em yên ji siyasetê, daxwazên jinan ên bingehîne. Ger em van daxwazan karibin bikin yek, wê demê emê karibin îtîfaqa jinan jî ava bikin. Bi îtîfaqa jinan em armanc dikin ku qadeke siyasî ya ji bo jinan vekin.”   ‘EŞBAŞKANLIK SİSTEMİ, EŞİT TEMSİLİYET İLGİYLE KARŞILANIYOR’   Taşdemîr, ani ziman ku rêxistinên jinan erênî nêzî îtîfaqa jinan dibin û wiha pê de çû: “Pergala Hevserokatiyê û temsîliyeta weke hev rastî eleqeyek mezin a jinan tê. Em li dijî rejîma yekzilamtiyê ne. Hevserokkomarî bingeha xwe ji hevserokatiyê digire. Gava em di 24’ê Hezîranê bi ser ketin, ji me ev pergal dê esas be.”   ‘EM Ê BI DIRÛŞMEYA JINÊ MORA XWE LI SERDEMÊ BIXIN’   Taşdemîr, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Lazîme em di vê pêvajoya hilbijartinê de polîtîkayên AKP’ê yên li ser jinan teşhîr bikin, îtîfaqa jinan pêş bixwin, qadên demokrasî û azadiyê ava bikin. Emê bi dirûşmeya jinan mora xwe li serdemê bixin. Em bang li hemû jinan dikin ku bên beşdarî siyaseta HDP’ê bibin, têbikoşin û berxwedana xwe bidomînin. Divê jin li dijî rejîma AKP-MHP’ê xwedî li azadiya xwe derbikevin.”