73 salî ye Nobeta Edaletê digire: Bihêvî me, serkeftina me nêz e 2023-12-22 09:12:04   AMED - Meyaser Akdag a 2 zarokên xwe di têkoşîna azadiyê de û hevjînê xwe jî di sirgûnê de winda kir, tevî hemû tiştên hatine sere wê jî ji serkeftinê bawer e û dibêje: "Em tevî vî temenê xwe jî ji bo aştiyê tên vê derê. Êdî em naxwazin cenaze ji girtîgehan derbikevin.”   Grveva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin di roja 26’emîn de berdewam dike. Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUHA-DER) hatiye destpêkirin di roja 19’emîn de berdewam dike û her roj xizmên girtiyan tev li çalakiya nobetê dibin.    Meyaser Akdag a 73 salî jî ji yek dayikên ji Êlihê tê Amedê û tev li çalakiya nobetê dibe ye.    GIRTIN, KOÇBERÎ, MIRIN…   Akdag, li Stenbolê di sala 1997’an de ji avakarên Meclisa Dayikên Aştiyê ye û bi salan e ji bo ku pirsgirêka kurd bi awayeke demokratik were çareserkirin têdikoşe. Di Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê de hevjînê Akdagê tê girtin û di sala 1982’yan de neçar dimîne ku koçî Stenbolê bike. Akdag, 17 salan di rêyên girtîgehan de çû û hat û bi salan e jî şahidiya polîtîkayên ewlehiyê yên dewletê dike.     Piştî 17 salan hevjînê Akdag, Osman Akdag tê berdan lê belê zextên dewletê yên li ser malbatê bi dawî nabin. Der barê Osman Akdag de gelek doz tên vekirin, Akdag derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibe û di sala 2020’an de li Hemkoyê ji ber koronavirûsê jiyana xwe ji dest dide.    2 ZAROKÊN XWE DI TÊKOŞÎNA AZADIYÊ DE WINDA KIR   2 zarokên Mayeser Akdag a ji ber polîtîkayên neçareserkirina pirsgirêka kurd, tev li têkoşîna azadiyê dibin. Akdag, di şerê bi salan e dom dike de her du zarokên xwe winda kir. Kurê Akdagê Metîn Akdag (Ceng) ê di sala 1992’yan de tev li bûbû, di sala 1994’an de, Sakîne Akdag (Binevş Ceng) a piştî birayê xwe di sala 1996’an de tev li dibe jî di sala 2018’an de jiyana xwe ji dest dide.   Tevî hemû van êş û eleman jî Akdag dest ji têkoşîna azadî û aştiyê bernade û gelek caran hat binçavkirin û darizandin. Di sala 2012’an de tevî 25 Dayikên Aştiyê tev li grevên birçîbûnê yên girtîgehê dibe. Di sala 2015’an de li dijî qetlîaman, li pêşiya Serokatiya Bajêr a AKP’a Êlihê tev li çalakiyan bû, di hemû çalakî û xebatan de li herî pêş cihê xwe digire. Akdag a bi salan e têkoşîna aştiyê dide meşandin li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat darizandin û 7 sal 6 meh cezayê hefsê lê hate birin.    Niha jî Akdag ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di çareserkirina pirsgirêka kurd de rola xwe bilîze û deng bide çalakiyên girtîgehan, tev li Nobeta Edaletê bûye.    ‘TEVÎ EMRÊ XWE EM JI BO AŞTIYÊ LI VIR IN’   Akdag, ji bo sedema tevlibûna xwe ya çalakiyan ev tişt anî ziman: “Em tevî emrê xwe ji bo aştiyê tên vê derê. Ji bo ku êdî mirov nemirin… Êdî em naxwazin ji girtîgehan cenaze derbikevin.”    Akdag, da zanîn ku tecrîda girankirî ya li Îmraliyê tê meşandin, îro ser tevahiya gelê kurd tê meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êdî divê gevek were avêtin ji ber îro ne tenê li Îmraliyê, li her çar aliyê Kurdistanê gelê me di bin tecrîdê de ye. Bila tecrîda li Îmraliyê were rakirin, êdî bila şer nebe û deriyê zindanan werin vekirin. Bila vê yekê zanibin ku heya yek kurd jî bimîne em ê vê têkoşînê bidomînin.”    ‘DIVÊ XWEDÎDERKETINA CIVAKÎ HEBE’   Akdag, destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêka kurd a aştiyane bi rakirina tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêkan e. Akdag, anî ziman ku ji bo tecrîd were rakirin, divê hemû kurd bi hestên yekitiyê tevbigerin û wiha axivî: “Ev têkoşîn bi têkoşîna çend dayikan an jî kesan nabe. Divê xwedîderketineke civakî hebe. Ji ber vê yeke divê tevahiya gele me, piştigiriyê bide vê çalakiyê.”   ‘BIHÊVÎ ME, SERKEFTIN NÊZ E’   Di dawiya axaftina xwe de Akdag bilêv kir ku li dijî polîtîkayên desthilatê yên tecrîda Îmraliyê û neçareserkirina pirsgirêka kurd, çalakiyên li hundir û derve tên meşandin di şexsê wê de hêviyeke mezin dide avakirin û ev tişt got: “Heke em xwedî li vê Nobeta Edaletê dernekevin û mezin nekin, dê sibê zarokên me têkevin greva mirinê. Ji ber wê hêj ku pêvajo nehatiye wê radeyê, divê em xwedî li wan derbikevin. Êdî em van êşan qebûl nakin, ji ber emrê me bi van êşan derbas bû. 73 salî me û dê ji bo girtiyan werin û rûnim. Hewce be dê canê xwe qurbanî wan bikim. Di vê hêlê de bihêvî me û serkeftin nêzîkî me ye.”    MA/ Mehmet Guleş