Li Mecîdiyekoyê meşa 25'ê Mijdarê: Dê serîhildana me neqede 2023-11-25 19:16:15   STENBOL - Jinên ku bi pêşengiya Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê li Mecîdiyekoyê hatin cem hev, bi dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û “Em bêdeng nabin, natirsin, serî natewînin” daxwazên xwe anîn ziman. Jinan di meşê de peyama "dê serîhildana me neqede" dan.   Jin bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê li Qada Mecîdiyekoyê ya Stenbolê kom bûn. Civîna bi pêşengiya Platforma Jinan a 25'ê Mijdarê bi dirûşmeya "Kiryar li malê, li meclîsê, li ser kar, li dibistanan. Jin li dijî tundiya mêr-dewletê li kolanê ne" hat lidarxistin.    Beriya çalakiyê bi saetan hemû rêyên ber bi qadê ve bi bariyerên polîsan hatin girtin. Li gelek noqteyan wesayîtên binçavkirinê hatin bicihkirin. Tevî vê yekê jî jinan dest ji çalakiya xwe bernedan. Jinan pankartên "Têkoşîna li Rojava têkoşîna jinan e" vekirin û dirûşmeyên "Dayikên ku 7 roj in cenazeyên wan li kolanan man, zarokên li Rojava hatin qetilkirin", "Jin, jiyan, azadî", "Sara, Rojbîn, Ronahî", "Bi şev kolan û qadan" berz kirin, dirûşmên "Em bajar naterikînin", "Em bêdeng namînin, natirsin, guh nadin" û "Jin bi hev re bi hêz in" qîriyan. Her wiha pankartên li dijî tundiyê hatin hilgirtin.   Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hamîtogullari û parlamenterên jin ên HEDEP'ê jî tev li çalakiyê bûn.    Bi sedan jinên ku hatin qadê gelek caran bênavber dirûşmeyên "Eger jin azad bûna cîhan wê biguhere", "Îtaatî nabe, îsyan heye", "Bijî hevgirtina jinan", "Em ê qadan û kolanan neterikînin", “Em ne malbat in, em jin in”, “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Her wiha bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” girtiyên jin hatin silavkirin.   'AZADÎ JI BO ABDULLAH OCALAN'   Jinan bênavber bi dirûşmeyên "silav silav ji Îmraliyê re hezar silav", "Bijî Serok Apo" Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 33 meh in agahî jê nayê girtin silav kirin. Her wiha pankarta "Hun nikarin bi vê tecrîdê vîna gelê kurd bişkînin" hat vekirin û tecrîd hat protestokirin.   BI DIRÛŞMEYAN DEST BI MEŞÊ KIRIN   Jin piştre bi pankarta "gumanbar li malê, li kargehan, li kolanê, jin li dijî tundiyê di têkoşînê de ne" vekirin û dest bi meşe kirin. Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogullarin jî nav de gelek jin di eniya pêş de cih girtin.   Jinan di meşe de dengê xw eli dijî şer, qirkirin, tundî, binpêkirin, dagirkirin, xizanî û bêdadiyê bilind kirin. Jinan bênavber dirûşmeya "bijî têkoşîna jinan’ berz kirin.   Jinan her wiha diyar kirin ku tecawizê neparêzin, nebin hevkarê sûc û piştî meşe dets bi çalakiya runiştinê kirin. Piştre navê jinên Hande Kader, Gulîstan Doku, Emîne Bulut, Ozgecan Aslan, Esra Ateş û gelek jinên bi yek dengî qêriyan. Jinan gotin wê hesabê van jinan bipirisn.   Daxuyanî dan: Em li dijî astengiyan di serhildanê de ne!   Polîsan li dijî astengiya polîsan dest bi daxuyaniyê kirin. Li ser navê platformê Cemîle Baklaci daxuyanî xwend. Baklaciyê got: “Em jin bi hêrs û serhildan axwe hatin vê qadê lê carek din em bi tundî û qedexeyan rojê diqedînin. Em jin ligel hevin û di serhildanê de ne.Ji bo em bibin dengê jinên li Fîlîstîn, li Rojava, li Îran û Afganîstanê berxwe didin em hatin gel hev. Li dijî polîtîkayên bêcezahiştinê ya gumanbarên tundiyê em hatin gel hev. Ji bo em yek din kêm nebin em li dijî tundiya dewlet-mêr hatin gel hev.   ŞEV, KOLAN, QAD YÊN ME NE   Ji bo em bêjin, li dijî polîtîkayên malbatê nabin jinên makul, ji bo em destur nedin fotiya LGBT+ em hatin gel hev. Em li dijî xizanî, tundî, binpêkirin şer di serhildanê dene û ligel hev in. Em bihev re ne ji ber em bi hev re xurtin û hêviya me heye. Şev, kolan, qad yên me ne.”   MEŞALE HATIN PÊXISTIN   Piştî daxuyaniyê jinan dirûşmeyên "jin jiyan azadî", "bijî piştevaniya jinan" û "em bêdeng namînin" berz kirin û meşela pêxistin. Jinan peyama wê di têkoşîna xwe de bi israr bin, dan û dawî li meşa xwe anîn.   Piştî daxuyaniyê jinan dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî, bijî piştevaniya jinan, em bêdeng namînin’ berz kirin û maşele pêxistin.   Jinan peyama wê di têkoşîna xwe de bi israr bin, dan û dawî li meşa xwe anîn.