Jinan ji Dêrsimê bang kirin: Gulistan Dokû li ku ye? 2023-11-25 15:31:05   DÊRSIM - Jinên bi dirûşmeya “Li dijî xizantî, newekhevî, tundî û şer; têkoşîna bi rêxistinkirî” meş li dar xistin, aqûbeta Gulistan Dokû pirsîn û destnîşan kirin ku ew ê destûrê nedin polîtîkayên şerê taybet.   Platforma Jinan a Dêrsimê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan bi dirûşmeya “Li dijî xizantî, newekhevî, tundî û şer; têkoşîna bi rêxistinkirî” ji Kolana Hunerê heya Qada Seyît Riza, meş li dar xistin.    Jinan di meşe de dowîzên “Jin bi hev re xurt in”, “Jin, jiyan, azadî”, “Şûna kînê, bijî jiyan”, “Tundiya li jinê sûc e”, “Gulistan Dokû li ku ye”, “Jin yiyan e, jiyanê nekuje” hatin hilgirtin û dirûşmeyên “Deng bide dengê girtiyan”, “Jin, jiyan, azadî”, “Em bêdeng nabin, natirsin û îtaet nakin”, “Ji şer re na, bila aştî demildest pêk bê” hatin berzkirin.    Jinên gihiştine Qada Seyît Riza, daxuyanî dan. Daxuyaniyê endama Platforma Jinan a Dêrsimê Fatoş Taşkale xwend. Taşkale bal kişand ser polîtîkayên AKP-MHP’a dijmatiya jinan dikin û aqûbeta Gulistan Dokû ya di 5’ê çileya 2020’an de hatiye windakirin pirsî.    ‘EM BI FELSEFEYA JIN JIYAN AZADÎ DIMEŞIN’   Piştî daxuyaniyê Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Ayten Kordû axaftinek kurt kir û balê kişand ser têkoşîna birêxistinkirî û got: “Em ê bi têkoşîneke rêxistinkirî li dijî polîtîkayên desthilata AKP-MHP’ê bisekinin. Em ji Zarîfe, Sakîne, Aysel Dogan û Arîn Mîrkanan tên û em ê li her derê bin, em bi felsefeya “Jin, jiyan, azadî” dimeşin.”   Di dawiyê çalakiyê de Songul Bûlûr helbesta ku ji bo jinan nivîsandibûbû xwend. Piştre Koma Erbaneyê ya Meclisa Jinan a SES’ê, bi lêdana erbane û çebikan stran gotin. Daxuyanî bi gerandina govandan bi dawî bû.