Ber bi 25’ê Mijdarê ve: Li dijî tundiya mêr-dewletê em biherikin qadan 2023-11-24 16:06:06     NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku amadekariyên dawî yên 25’ê Mijdarê dikin, bang li hemû jinan kirin ku ji bo jiyaneke bêşer û bêtundî biherikin qadan.    Jinên ku di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî amadekariyên xwe yên dawî dikin, li gelek bajaran daxuyanî dan, belavok belav kirin û bal kişandin ser qirkirina jinan û polîtîkayên şerê taybet. Jinan, ji bo meşên ku dê di 25’ê Mijdarê de li gelek navendan bên lidarxistin banga tevlibûneke xurt kirin.    ŞIRNEX   Li Şirnexê Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê de li taxên Vakifkent û Gundogduyê bi jinan re hate cem hev. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Şirnexê Newroz Uysal Aslan, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û HEDEP’ê tev li xebatê bûn. Jinan ji bo meşa ku dê di 25’ê mijdarê de bê lidarxistin banga tevlibûnê kirin.    ÊLIH     Pêkhateyên jinan ên Platforma Demokrasiyê ya Êlihê jî li Parka Yilmaz Guney daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Tu jî ji şer, xizanî û tundiyê re bibêje bes e!” hate vekirin. Metna daxuyaniyê ji hêla Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê Rumeysa Denîz Kaya ve hate xwendin.    Kaya, da zanîn ku jin di her qada jiyanê de rastî tundiyê tên û wiha got: “Ji hundirê malê heta dibistan, kolan, di serdegirtinên malan, di daxuyaniyan de û li her derê li dijî jinan tundî tê kirin. Xizanî û pirsgirêkên aboriyê bandoreke mezin li jinan dikin. Tundiya li dijî jinan, polîtîk e. zimanê tundî û nefretê yên rayedarên dewletê, bandoreke neyînî li ser civakê dike û rê li ber tundiya ser jinê vedike. Em jin dê ji bo jiyaneke bêşer, bêpevçûn û ji bo maf û azadiyê têkoşîna xwe bidomînin.”    İZMİR    Meclisa Jinan a HEDEP’a Îzmîrê û Tevgera Jinen Azad (TJA) jî ji bo meşa sibe dê li Alsancakê bê lidarxistin, li Kemeralti ya Konakê belavok belav kirin. Parlamentera HEDEP’ê ya Îzmîrê Burcu Gul Çubuk jî tev li bû. Jinan, gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Cînayetên jinan polîtîk in”, “Em bêdeng namînin, natirsin û îtaet nakin” û “Jin bi hev re bihêz in” berz kirin. Di dema belavkirina belavokan de jinan banga daketina qadan li jinan kirin.    MÊRSÎN   Komeleya Jinan a Mîmozayê jî di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê de li avahiya komeleyê daxuyanî da. Seroka komeleyê Çîgdem Goksoy di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser jinên hatin qetilkirin û hatin windakirin. Goksoy, diyar kir ku di bûyerên tacîz, destdirêjî û cînayetên li dijî jinan de polîtîkaya necezakirinê dikeve meriyetê û dema jin li dijî van êrişan xwe diparêzin jî bi cezayên giran re rû bi rû dimînin. Goksoy, da zanîn ku tundiya mêr hêza xwe ji polîtîkayên şerê taybet ên dewletê digire û tundiya li dijî jinan roj bi roj zêde dibe.    Goksoy, bang li hemû jinan kir ku li dijî tundiya mêr-dewletê sibe saet di 18.00’an de li Kolana Kuşîmatoyê tev li çalakiya 25’ê Mijdarê bibin.    ÎHD: TÊKOŞÎNA JI BO JIYANEKE BÊTUNDÎ DÊ BIDOME    Komîsyona Navendî ya Jinan a ÎHD’ê jî daxiyaneke bi sernavê “Tundiya li dijî jinan polîtîk e” weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em ê di 25’ê Mijdarê de ji bo careke din helwesta xwe ya li dijî tundiya ser jinan nîşan bidin, ji bo vegotina têkoşîna xwe û ji bo ku bibêjin ‘tundiya li ser jinan polîtîk e’ dê biherikin qadan.”   Bi domdarî hat destnîşankirin ku xizanî û krîza aborî herî zêde bandorê li jinan dike û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Zimanê tundî û nefretê yê ku rayedarên dewletê li dijî jinan û LGBTÎ+’yan bi kar tînin, bandoreke neyînî li ser tevahiya civakê dike. Mixabin ev ziman weke tundiyê li jin û zarokan vedigere. Lewma em dibêjin tundiya li dijî jinan polîtîk e û divê zimanê aştiya civakî bê pêşxistin. Weke parastvanên mafên mirovan dê têkoşîna me ya ji bo jiyaneke bêtundî û bêşer û ya ji bo azadî û mafan bidome.”