ÎHD: Mirina 34 jinên li bajarên herêmê bi guman in 2023-11-24 15:27:14     AMED - Şaxa ÎHD’a Amedê daxuyand ku di saleke dawî de li bajarên bakurê Kurdistanê herî kêm 34 jinan bi awayekî biguman, jiyana xwe ji dest dane.   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dîjî Tundiya Li Ser Jinê ya Navnetewî, rapora xwe ya tundiya li dijî jinê ya bajarên Kurdistanê yên di navbera 1’ê mijdara 2022’yan heya 1’ê mijdara 2023’yan, di avahiyê komeleya xwe de aşkere kir.    Di daxuyaniyê de Cîgira Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Sûzan Mehmetoglû Aksoy axivî û destnîşan kir ku dijminatiya li dijî jinê, ji dîrokê heya îro berdewam kiriye û got: “Tundiya li dijî jinê piralî ye. Ev tundî wek fîzîkî, derûnî, zayendî û aborî tê domandin.”    ‘TEVDÎRÊN PÊŞGIR NAYÊN GIRTIN’   Endama Lijneya Rêveberiyê Şaxa ÎHD’ê Jiyan Ormanli jî têkildarî rapora ku amade kirine anî ziman ku dewlet berpirsê sekinandina tundiya li dijî jinê ye û got: “Dewlet di mijara tundiya li dijî jinê de polîtîkaya bêcezahiştinê dide meşandin. Dema ku dewlet van bûyeran bêceza dihêle, faîl jî difikire ku tundiya ku ew dide meşandin, dê neyê cezakirin. Civak ji ber tevdirên pêşgir ên li dijî tundiya ser jinê nîn in, bi wêrekî tundiyê didin meşandin. Ji ber ku bêkarî jî heye jin nikarin kar peyde bikin û weke aborî girêdayî zilaman dimînin. Ev yek tevî tundiya aborî, rê li ber tundiyên din jî vedike.”   DAXWAZ    Ormanli têkildarî bûyerên tundiyê, daxwazên ku pêşî li tundiyê bigirin wiha rêz kir: “Divê dewlet dest ji polîtîkayên bêcezahiştinê berde û ji bo jin û hin kesên astengdar, hin guherînên qanûnî bike, li gorî peymanên neteweyî û navneteweyî ji bo çareserkirina newekheviya zayendî hestiyariyê ava bike di saziyên cemaweriya giştî de perwerdeyan bide û têkildarî mijarê di pirtûkên perwerdeyê de ders werin dayîn.”   BÎLANÇOYA TUNDIYÊ   Endama Komîsyona Jinê ya Şaxa ÎHD’ê Esra Saçaklidal jî bîlançoya tundiya li dijî jinan a li bajarên bakurê Kurdistanê parve kir. Li gorî raporê bîlançoya li bajarên Kurdistanê wiha ye: “Li herêmê herî kêm 34 jin bi awayekî biguman, jiyana xwe ji dest dan. Herî kêm 7 jin neçarî xwekuştinê man. Li herêmê herî kêm 37 jin ji ber tundiya di nava malê de, jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 7 jin birîndar bûn, herî kêm jinek jî rastî êrişa zayendî hat. Li herêmê herî zêde li Amed, Dîlok û Rihayê jin hatin kuştin. Jin herî zêde di nava malan de hatin kuştin. Mirinên bi guman herî zêde li bajarên Colemêrg, Wan û Rihayê çêbûn.”