Li gorî jinan sedema zêdebûna tundiyê necezakirine 2023-11-24 10:03:18   WAN - Li Wanê jinan diyar kir ku sedema bingehîn a zêdebûna tundiyê polîtîkaya necezakirinê ye ku li faîlan tê sepandin.    Tundiya mêran a li dijî jinan her sala diçe zêdetir dibe. Jin 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser jinan a Navnetewî bi tundiyê zêdebûyî pêşwazî dikin. Me sedemê tundiyê ji waniyan pirsî.    POLÎTÎKAYA NECAKIRINÊ    Yek ji welatiyan Fahriye Abîş, diyar kir ku dewlet li dijî tundiyê berpirsyartiya xwe bi cih naîne û wiha got: “Hema bêje li welat her roj jinek tê qetilkirin. Ji bo ku cezayekî baş nadin faîlan ev tundî û cînayet berdewam dikin. Kesên tên cezakirin jî 5 salan di girtîgehê de dimînin û derdikevin. Piştî ku ji girtîgehê derdikevin jî tundiyê didomînin. Li vî welatî ewlehiya canê jinan nîne. Hemû zehmetiyan jin dikişinin lê mixabin bedelê van zehmetiyan weke tundî û kuştin vedigere.”   Rojda Erarslan jî bal kişand ser polîtîkayên necezakirinê yên dewletê yên li dijî faîlên mêr û wiha got: “Tundiya li dijî jinan hatiye asteke ku neraweste. Yek ji sedeman jî desthilata heyî ye. Ji ber ku ev desthilat jinan tune dihesibîne. Li vî welatî jin her roj tên qetilkirin, tên tacîz û tecawizkirin. Sûcdar nayên cezakirin. Li aliyê din jî Peymana Stenbolê ku jiyana jinan ewle dikir hate rakirin. Em bi boneya 25’ê Mijdarê dixwazin tundiya li dijî jinan êdî bi dawî bibe.”   Roya Zara jî ev tişt gotin: “Jin li vî welatî bêqîmet tên dîtin. Lê yên têkoşin jî jin in. Divê êdî ev tundî bi dawî bibe û li dijî tundiya li ser jinê çareseriyek bê dîtin.”   ‘TUNDÎ BÛYE RÛTÎN’    Sevcan Bayhan, anî ziman ku tundiya li dijî jinan ji ber bêxemiya dewletê rûtîn bûye û wiha got: “Di demên dawî de tundî zêde bûye. Derbarê faîlan de kirarî nayên kirin û cezayên giran nayên dayîn. Li vir polîtîkayeke necezakirinê heye. Divê mafê jiyanê yê jinan ji aliyê dewletê ve were parastin. Heke vê dewletê cezayên giran dabûna van kesan îro wiha nedibû.”