Aktîvîsta mafên jinan Ozgokçe: Divê em rêbazên têkoşînê yên cuda bibînin 2023-11-24 09:02:08   WAN - Aktîvîsta mafên jinan Zozan Ozgokçeyê diyar kir ku divê rêbazên têkoşînê yên cuda bibînin û got: "Em ê di 25'ê Mijdarê de têkoşîna xwe mezintir bikin."     Aktîvîsta mafên jinan Zozan Ozgokçeyê 25'ê Mijdarê, bandora şerên li Rojhilata Navîn û sedema dijberiya jinan a li dijî şeran ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.    POLÎTÎKAYÊN ŞER ÊN DEWLETAN   Ozgokçeyê, diyar kir ku şerên ku hêzên hegemonîk ew dane destpêkirin, li çar aliyên cîhanê gelan bênefes hiştiye û got ku bi salan e li dijî şer, talan û dagirkeriyê avakirina jiyaneke demokratîk diparêzin. Ozgokçeyê axaftina xwe wiha domand: "Ji ber ku nêvengeke demokratîk tune ye, şer didomin. Dewlet dixwazin şer bidomin. Gava êriş li ser Rojavayê û Îsraîlê çêbûn em dibînin ku çek ji aliyên dewletan ve tên şandin. Ên di vî şerî de zêde zirarê dibînin jin û zarok in. Tê gotin ku li Xezayê di ser 10 hezaran re zarok mirine û ev tenê di nava mehekê de çêbûye. Her wiha Kobanê jî tê bombekirin û li wir jî jin û zarok zirarê dibînin."    Ozgokçeyê, bal kişand ser rengvedana şerên li Rojhilata Navînê jî û got: "Ên şer didin destpêkirin yanî kirdeyên şer, ew derdor in ku bedena jinê bazar dikin û destdirêjiyê dikin. Em jin divê em bi awayekî zelal aliyê xwe û helwesta xwe diyar bikin."    PARÇEYEKÎ ŞER 'QEYÛM'   Ozgokçeyê bal kişand ser rengvedana neçareserkirina meseleya kurd a li jinan û qeyûmên ku di sala 2016'an û 2019'an de hatin tayinkirin bibîr xist. Ozgokçeyê wiha pêde çû: "Li Wanê afîşên ji bo 25'ê Mijdarê yên şaredariya bi qeyûm tê birêvebirin vik û vala ne. Di afîşan de dibêjin 'ji tundiyê re na', lê li bajêr ji aliyê şaredariyê ve stargehek jî ji bo jinan nehatiye çêkirin, cihekî ku jin biçinê tune ye, li kuçeyan ronahî tune ne... Lê radibin di afîşê de dibêjin 'ji tundiyê re na', ev tu tiştî îfade nake."    RÊBAZÊN NÛ YÊN TÊKOŞÎNÊ   Ozgokçeyê anî ziman ku şaredariyên qeyûm tayinî wan hatine kirin dewama polîtîkayên jinan ên desthilata AKP'ê ne û got: "Şaredarî, pêşbaziyên xwarinê li dar dixin, navendên piştevaniyê yên jinan digirin, lê navendên piştevaniya malbatê vedikin. Lê jinan naparêzin. Yanî mekanîzmayeke fermî ya ku me jinan biparêze tune ye. Em 25'ê Mijdarê bi polîtîkayên bi vî rengî pêşwazî dikin. Lê divê em rêbazên têkoşînê yên cuda bibînin. Li dijî polîtîkayên desthilatan divê rêbazên me yên têkoşînê polîtîk bin. Lê em ê di 25'ê Mijdarê de têkoşîna xwe mezintir bikin."