Serhildaneke li dijî pergal, dewlet û feraseta mêr: Dengbêjî 2023-11-23 09:27:52     ŞIRNEX - Dengbêj Hediye Kalkan destnîşan kir ku dengê jinê yê ku dixwestin qut bikin bi yekem serhildana jinê ya dengbêjiyê belavî her çar aliyê cîhanê bûye û got: “Dengbêjî serhildaneke li dijî pergal, dewlet û feraseta mêr e. Ji yek bingehên têkoşînê ye.”   25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî nêz dibe û jin jî li hemû qadên jiyanê têkoşîna xwe berdewam dikin. Jinên li malê, li taxê û li her qadeke jiyanê rastî tundiyê tên, ji kûrahiya dîrokê ber bi îro ve bi şêwazên cuda, li ber xwe dan. Ji van şêwazan yek jî dengbêjî ye. Jin, bi dengbêjiya ku di wêjeya kurdan a devkî de xwedî konaxeke girîng e, denge xwe bi sedan salan gihandin her aliyê cîhanê. Sûsika Simo yek ji mînaka dengbêja jin a di dîrokê de tê nasîn e.    Bi boneya 25’ê Mijdarê dengbêj Hediye Kalkan, bi mînakên jiyana xwe, der barê girîngiya dengbêjiya jinan û di qada berxwedanê de û girîngiya dengbêjiyê ji ajansa me re axivî.    HER KLAMEK JIYANEK E   Kalkan, li navçeya Wêranşar a Rihayê ji dayîk bû û behsa erdnîgariya ku ji bo jiyana jinan zehmettir kir. Kalkan da zanîn ku çand û huner jê re wekî derman e û wiha axivî: “Ez bi hunerê, bêhnê distînim. Hem tiştên di dilê dayika xwe û di dilê xwe de bi saya dengbêjiyê tînim ziman.” Kalkan, anî ziman ku jin ji dîrokê ber bi îro ve, zehmetî û têkoşînên xwe bi klaman vegotine û wiha pê de çû: “Berî sedsalan deng û keda jinê hebû lê belê mêran ev ji jinan stendin û dest danîn ser keda wan. Jin jî zext û zilma ji mêr, eşîr û dewletê dîtiye, bi wêjeya devkî ya dengbêjiyê aniye ziman. Wekî mînaka strana Mihemedo. Ev kilam tiştên ku wê rojê hatine jiyîn vedibêje. Di stranê de zilma leşker û eşîran a li ser Mihemedo hatiye kirin, vedibêje. Dema em li dîrokê dinêrin gelek bûyerên bi vî rengî hatine jiyîn, bi dengbêjiya jinan, xwe gihandine îro."   YEKEM SERHILDANA JINAN    Kalkan, bi bîr xist ku îro jin di gelek qadan de xwe rêxistin dikin û da zanîn ku jin berê jî bi denbêjiyê têkoşîn û rêxistinbûna xwe kirine. Kalkan, mînaka Fatma Îsa û Meyrem Xanê bi bîr xist û ev tişt anî ziman: "Tişta ku ew arasteyî dengbêjiyê kiriye, zehmetiyên hatine serê wan in. Tiştên hatine serê wan bi dengbêjiyê strandin û gihandine me. Qêrînên bêdeng, veguherandin aşûtê.”    Kalkan, diyar kir ku civaka feodal û bawermend, bedena jinê hefsî nava çar dîwaran kir û wiha pê de çû: “Li gel vê yekê xwestin dengê wê jî qût bikin. Lê belê jinên dengbêj ên wê demê, vê yekê serobino kirin. Dengê jinê yên ku dixwestin qut bikin, gihandin her çar aliyê cîhanê. Dengbêjî yek ji yekem serhildanên jinan e. Li dijî pergal û civaka wê demê, serhildanek bû. Ji bingeha têkoşînên jinan e. Têkoşîna jinan a bi dengbêjiyê dest pê kiriye, heya artêşbûnê pêş ket. Jinên li dijî pergal, dewlet û desthilata mêr têkoşîyan, bûn artêş. Xwe, nasname û destkeftiyên xwe diparêzin. Em dikarin bêjin têkoşîna îro, bi dengbêjiyê dest pê kir.”   ‘JIN JI HUNERÊ TÊN DÛRXISTIN’   Kalkan, destnîşan kir ku pergala desthilat a zilam dixwaze jinan derveyî qada hunerê bihêle û sedemên wê wiha vegot: "Tundiya li dijî jinê, di qada hunerê de jî berdewam dike. Ji ber ji hêza jinê ditirsin. Em bi van zehmetiyan re di nava mala xwe de jî rû bi rû dimînin. Jineke xwedî hêz û xwebûna xwe ava dike, zilaman aciz dike. Dema ku ez bi hunera xwe ve eleqedar dibûm, demeke dirêj bi zehmetiyên vê yekê re rû bi rû mam. Em hêj jî li ser dikê rastî zextan tên. Dema em derdikevin li ser dikê, zilam dengê xwe bilindtir derdixe û dengê jinê nade bihîstin. Dema ku bernameya xweser a jinan tê çêkirin jî zilamek bi awayekê dengê  xwe derdixe bernameyê. A rastî ev hemû cureyên tundiya derûnî ne.”   HEM JIN HEM KURD HEM JÎ DENGBÊJÎ   Kalkan, bilêv kir ku tevî hemû cureyên zext û tundiyan, jin di qada hunerê de xwedî girîgiyeke cuda ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi taybetî jî hunera bi kurdî tê kirin xwedî girîngiyeke cuda ye. Ji ber ku berî her tiştê zimanê me tê qedexekirin. Gelek berhemên bi kurdî tên gotin, tên qedexekirin. Bername tên qedexekirin. Yên ku stranan bibêjin, tên binçavkirin. Herwiha di van xebatan de wek jinekê cih girtin, têkoşîneke cudatir e. Ji ber roleke pergal û civakê roleke wekî ‘karê malê bike, bi zarok re eleqeder bibe' daye jinê. Em bi hebûna xwe ya di qada hunerê de re vê rola ku ji bo me hatiye diyarkirin, perçe dikin.”    MA / Omer Akin