Jinên endamên KESK'ê li Amedê starta 25'ê Mijdarê dan 2023-11-17 15:20:42   AMED - Meclisa Jinan a Platforma Şaxan a KESK'a Amedê bernameya xwe ya 25'ê Mijdarê eşkere kirin û gotin: "Em dizanin ku rêya têkbirina desthilatdariya sîstematîk a li ser keda me bi awayê rêxistinkirî bidawîkirina pergala kapîtalîst a baviksalarî ye."   Meclisa Jinan a Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Amedê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan li Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Şaxa Amedê ya Jimara 1'an bi daxuyaniyekê starta çalakiyên xwe da. Endam û rêveberên Platforma Şaxan a KESK'a Amedê beşdarî civîn bûn. Metna çapemeniyê ji aliyê Hevseroka Egîtîm Sena Amedê ya Jimara 1'ê Salîha Zorlû ve hat xwendin.   'DIJBERIYA ZAYENDINA CIVAKÎ ZÊDE DIKIN'   Zorlû da zanîn ku li cîhanê û li welêt hikûmetên rastgir, kevneperest bi polîtîkayên şer û tundiyê erişên xwe yên li ser nasname û keda jinan didomînin û got: “Daneyên şîdeta mêr ji aliyê hikûmetan ve nayên eşkerekirin. Hewl tê dayîn bûyerên şîdetê bên veşartin. Di sala 2022’an de tundiya mêran 334 jin kuştine. Dema em tenê li daneyên sala 2022’an dinêrin jî em dibînin ku hejmara jinên bûne hedefa şîdetê zêde bûye. Raporên rêxistinên LGBTI+ nîşan didin ku gotinên nefretê roj bi roj zêde dibin. Lê desthilatdariya AKP-MHP’ê li şûna ku pirsgirêkê çareser bike, yên nû li siyaseta xwe ya mêtînger û gotinên nefretê zêde dike. Polîtîkayên mêtingeriyê li hemû cîhanê zêde dibin. Siyaset û polîtîkayên hikûmetên ku ji aliyê partî û koalîsyonên rastgir ên neteweperest ve hatine avakirin, ku ji salên 2010'an û vir ve her diçe zêde dibin, dijberiya zayendiya civakî zêde dikin."   'EM Ê BERXWEDA XWE BIDOMÎNIN'    Zorlû destnîşan kir ku ew li dijî şîdeta dewleta mêr, xizanî, dijminatiya ked û şer aştî, jiyan û mafên xwe diparêzin û got, îsal jî weke her 25'ê Mijdarê hevgirtina jinan sînor derbas kirine û berxwedan û têkoşîna Xwişkên Mîrabal ên ku bûne sedema têkoşînê silav dikin. Zorlû wiha got: "Polîtîkayên serdestiya mêr, xizmeta êrîşên kapîtalîzm, îdeolojiyên neteweperest û monîst dike, newekheviyê ji nû ve hildiberîne û şîdeta mêr-dewletê rewa dike. Ji bo vê em weke jinên kedkarên cemaweriyê têkoşîna xwe ya li dijî tundiya mêr-dewletê ya li her qadê ji têkoşîna ked, aştî û demokrasiyê cuda nabînin. Em bi hefteyan bûn şahidê êrîşên tund ên Îsraîlê yên li ser Xezeyê. Em bi xemgînî dibînin ku piraniya kesên di şer de hatine kuştin jin û zarok in. Li Xezeyê sûcê şer tê kirin. Weke her car dewletên durû li her derê cîhanê, ji Filistînê heta Rojava, bedena jinê weke amûra polîtîkayên şer bi kar tînin û guh nadin jiyana wan."   'EM Ê DEV JI PEYMANA STENBOLÊ BERNEDIN'   Zorlû bi bîr xist ku Peymana Stenbolê ya ku yek ji destkeftiyên herî girîng bi têkoşîna bi salan e bi dest xistine, di şevekê de bi dawî bûye û diyar kir ku AKP'ê bi awayekî vekirî ragihandiye ku ew ê berpirsyariya guhertina tundiya mêr negire ser xwe. Zorlû bal kişand ku qanûna jimare 6284 niha ji bo nîqaşê hatiye vekirin û wiha axivî: “Tundiya mêr bê ceza tê hiştin, jinên ku jiyana xwe diparêzin rastî cezayên giran tên. Em dibêjin ji bo maf û jiyana xwe em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku peyman careke din bikeve meriyetê û qanûna hejmar 6284 bi bandor were bicihanîn."   'XEBATA BÊEWLE BERFIREH DIBE'    Zorlû bal kişand ser qeyrana aborî û xizaniya jinan û wiha got: “Sererastkirinên ku yekane îstihdama jinan divê bê ewlehî be zêde dibin. Li Tirkiyeyê bi polîtîkayên butçeyê yên hikûmetaAKP û MHP'ê yên ji sermaye, şer û rantê tên xwedîkirin, krîza aborî her ku diçe kûr dibe. Hikûmeta ku bi lez û bez polîtîkayên xwe yên ku wê keda jinan bê ewle bike, di butçeya sala 2024'an de ji bo hêza jinê ji her sed lîreyî tenê 53 kuruş veqetîne. Bêkarî û xizaniya jinan di rojeva hikûmetê de nîne. Li gel pêkanînên weke biryarname, ji kar dûrxistinên nehiqûqî û neqanûnî û lêpirsînên ewlekariyê, bi rêya mobîng, sirgûn û şîdetê jî kesên ku nikarin bi biryarnameyên ji kar dûr bixin, neçar dikin ku îstifa bikin."   'EM HEBÛN, EM HENE Û EM Ê HEBIN'    Zorlû di berdewama daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Em dizanin ku rêya têkbirina desthilatdariya sîstematîk a li ser bingeha desteserkirina keda me û kontrolkirina bedena me û ji holêrakirina pergala kapîtalîst a baviksalarî, berdewamkirina têkoşîna jinan a rêxistinkirî bi biryar e. Em naxwazin  ku em ji ewlekariya aborî û civakî bêpar bimînin, xizan bin, bi nasnameyên ku li ser me hatine ferzkirin bijîn û bi karên ne ewle werin îstîsmarkirin. Em dixwazin polîtîkayên ku dê ji van pirsgirêkan re çareseriyê derxîne holê bên pêşxisitn û hemû cureyên tundiya li ser jinê ji holê bên rakirin. Em diyar dikin ku bêyî çareseriya pirsgirêka wekhevî û azadiyê jin nikarin bibin xwedî mafên siyasî, sivîl, civakî û aborî. Em dibêjin em hene, hebûn û em ê hebin.”   BERNAMEYA 25'Ê MIJDARÊ    Zorlû der barê naveroka bernameya 25'ê Mijdarê de ev tişt got: "Serdana xizmên windayan, serdana Dayikên Aştiyê, serdana malbata Şenyaşar, bicihkirin pankart, afîş û dowîzên li şaxên sendîkayên me. li kargehan bixwvekirina kokartan û dayîna daxuyaniyên çapemeniyê, piştevaniya bi jinên KHK'yî re, şandina kartan ji jinên KESK'ê yên girtî re, Li semsûrê hevdîtina bi jinan re, organîzekirina gera duçerxeyê, şano, panel,  Di 24'ê Mijdarê de ji meclisê re faxskirina metna ÎLO û Peymana Stenbolê dê bên kirin. Meşa şevê û ji bo tevlibûna çalakiya DAKAP'ê ya 25'ê Mijdarê xebatên banga tevlibûnê dê bên kirin."   Zorlû di dawiya daxuyaniyê de hemû jin vexwendin çalakiyên 25'ê Mijdarê ku dê bên lidarxistin.